“Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê didome”

Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Bêrîtan Efrîn xeteriya Kampa Holê, perwerdekirin û mezinkirina nifşê DAIŞ'ê yê sêyemîn, her wiha qonaxa duyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê re nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Li dijî şaneyên DAIŞ'ê ya li kampa Holê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dest pê kir. Şervana YPJ'ê Bêrtîan Efrîn xetereya Kampa Holê û Operasyona Mirovî û Ewlehiyê nirxand.

"Xeteriya DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê heye"

Bêrîtan Efrîn di destpêka axaftina xwe de behsa Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir û wiha got: "Hejmarek mezin ji çek û cebilxaneyên ku di hundirê Kampa Holê de ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve dihatin bikaranîn, hatin dîtin her wiha hejmarek ji şaneyên ku di nava kampê de xwe birêxistin dikirin, sûcên kuştin û serjêkirinê dikirin her wiha rewşên bêaramiyê li kampê didan çêkirin hatin girtin. Xetereya Kampa Holê ne tenê li ser herêmê, li ser cîhanê tevahî cidî û kûr e. DAIŞ îro xwe ji nû ve ava dike, bi taybetî piştî têkçûyîna li Baxozê û şerê Girtîgeha Sînaa ango li Xiwêranê. Lê ger DAIŞ cara sêyemîn xwe birêxistin bike xetereya ku mezin bibe dê me tenê eleqedar neke, hemû cîhanê bigre nava xwe. Ji lewre bi hemû hêza xwe em hewl didin şaneyên ku dîsa DAIŞ'ê birêxistin dikin ji holê rabikin, ev yek jî bi riya Operasyonên Mirovî û Ewlehiyê pêk tên."

"Li ser serjêkirina pez, zarokan fêrî serjêkirina mirovan dikin"

Bêrîtan Efrîn da xuyakirin ku zarok li ser serjêkirina mirovan tên perwerdekirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ya herî zêde bala min kişand, şûrên ku ji bo zarokan hatibûn çêkirin bûn. Nifşê DAIŞ'ê yê biçûk di zaroktiya xwe de li ser fikrên bavê xwe tên perwerdekirin. Jin di vê kampê de zarokan li ser jêkirina serê mirovan û îşkencekirina wan perwerde dikin. Îro ev zarokên di vê kampê de dijîn, li ser fikr û hişmendiya DAIŞ'ê tên mezinkirin. Alavên ku li ser perwerde didîtin hemû ji aliyê şervanên me ve hatin desteserkirin. Ne tenê ev lê belê li ser serjêkirina pez, zarokan fêrî serjêkirina mirovan dikin. Hemû zindî jî ji hişmendî û hovîtiya DAIŞ'ê nefilitîn. Dihêlin ku ew zarok pez û pisîkan serjê bikin û fêr bibin çawa mirovan qetil bikin."

"Guhdarkirina muzîkê li Kampa Holê qedexe ye"

Bêrîtan Efrîn da payîn ku li Kampa Holê guhdarkirina muzîkê qedexe ye û wiha pêde çû: "Ji derveyî sirûdên DAIŞ'ê yên Îslamî guhdarkirina muzîkê li Kampa Holê qedexe ye, ji ber ku guneh dibînin. Her wiha kesên ku guhdar jî dikin ceza li wan tê birîn. Belê, dema ku îro zarok û jinên DAIŞ'ê stran û muzîkan guhdar bikin wê bi bandor bibin û poşmanbûyîneke çêbibe û wê li xwe mikur werin. Ji ber ku beriya tevlî DAIŞ'ê bibin civakeke ku xwe dispartin wê hebû. Ji bo ku ev hestên rast dernekevin pêş çi ji destên wan tê dikin û hemû rengên muzîkê qedexe dikin."

“Ji bo zêdekirina hejmarê her tiştî dikin”

Bêrîtan Efrîn bilêv kir ku jinên vê kampê hewl didin û armanca wan jî ew e ku neslê DAIŞ'ê neyê tunekirin ji lewre bi awayên cuda zarok tên zêdekirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li vir hejmara zarokanînê pir zêde ye. Jin ji bo ku neslê DAIŞ'ê neqede hewl didin zarokan zêde bikin. Ji ber wê jî xwe dispêrin zarokên kur ku dema digihîjin temenê 14-15 salî û jortir destdirêjiyê wan dikin. Lewre bi vî awayî zarok zêde dibin û neslê DAIŞ'ê didome. Di hinek beşan de weke beşê Mûhacîratan mêr tune ne, tenê jin û zarok dimînin lê dema ku em dibînin zarok bê hebûna mêran çêdibin, mirov dizane ku tiştên bêexlaqî çêbûne, bi rêbaza me li jorê behs kir zarok tên zêdekirin."

"Lêgerîna me ya ji bo jinên Êzidî didome"

Bêrîtan Efrîn got ku lêgerîna wan a ji bo jinên Êzidî di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de jî didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di Kampa Holê de hejmarek ji jinên Êzidî hene, çend ji wan hatine naskirin û rizgarkirin. Her wiha bi taybetî lêgerîna me ji bo jinên Êzidî di vê operasyonê de didome. Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê wê berdewam bike, em ê rê û armancên rêhevalên xwe yên pakrewan pêk bînin. Mînaka wê jî ew e ku 2 şervanên QSD'ê di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de bi fedakarî gihîştin asta şehadetê. Wê têkoşîna me ya li dijî şaneyên DAIŞ'ê bidome. Em ê nehêlin careke din dewletek ku xwe bi nave DAIŞ’ê bi nav dike di Kampa Holê de zindî bibe û em ê rê nedin bandora wê li ser civaka me çêbibe."