Semsûr- Ji ber barana zêde û bahoza duh bi şev, konên gelek welatiyan ên li navenda bajêr di bin avê de man. Ji ber barana zêde ya ku tevahiya şevê dom kir, li Taxa Cumhuriyetê ji ber baranê avahiyek zirareke mezin dîtiye, welatiyên ku konên wan tijî av bûne jî şeva xwe di malên xwe yên xerabûyî de derbas kirine.
Ji ber barana ku ev hefte ye dibare welatiyên ku ji ber tedbîr nehatine girtin giliyên wan zêde bûn e şeva xwe bê xew li malên ku diçin derbas dikin.




