Ofîsa Jin a Tev-Dem’ê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi armanca nîqaşkirina kar û xebatên salekê û derxistina plansaziya sala 2023’an, Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” civîna xwe ya salane li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Qamişlo- Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) ji bo nîqaşkirin û nirxandina kar û xebatên salekê her wiha derxistina planek ji bo sala 2023’an, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” civîna xwe ya salane li dar xist. Tevî tevger û rêxistinên jinan ên bajarê Qamişlo 60 delegeyên ofîsê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin sîwana Tev-Demê de dixebitin, di civînê de amade bûn. Di civînê de li ser kar, nebesiyên ku îsal rû dane û pêşniyarên ji bo sala nû hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser kar û xebatên salekê sînevîzyonek hat hat temaşekirin.

 ‘Em ji rêxistinkirina jinan berpirsyar in’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Rûken Ehmed axaftina vekirinê kir û got: “Eger em sala 2022’an bigrin dest, em ê bibînin ku tevgera jinan tekoşîneke bêhempa daye meşandin, bi taybetî li hermberî dagirkeriyê. Hem di Rojavayê Kurdistanê de, hem li Rojhilatê Kurdistanê di kesayeta Jîna Emînî de û hem jî berxwedaniya li çiyayên Kurdistanê, jinan tekoşîneke mezin kir. Em berpirsyarên rêxistinkirina jinan in li her deverê, bêguman ev gav, wê rastî gelek zehmetiyan were lê em heta çi astê dikarin li pêşiya van zehmetiyan bisekinin.”

‘Tirkiye civakê bê pêşeng dihêle’

Rûken Ehmed bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û planên wê yên tunekirina jin û civakê û wiha bi dawî kir: “Dewletên netewperest dixwazin ku civakê bê parastin, bê aborî û bê siyaset bihêlin. Niha  dîsa dewleta Tirk a dagirker biryar dide û dibêje ku ew ê êrîşê binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Yên ku ziraran ji van êrîşan dibînin herî zêde; jin û zarok in. Dewleta Tirk dixwaze ku gelê em bidê koçberkirin. Îro ambargoya ku li ser Şehbayê hatiye ferzkirin ne tesaduf e, ev planeke amadekirî bû. Îro roj zarok nikarin ku biçin dibistana xwe ji bo ku fêr bibe, Tirkiyeyê pêşeroja civakê binpê û xirab dike. Di heman demê de dixwaze ku civakê bê pêşeng bihêle lewma jinan armanc digre ji ber ku dizane jina birêxistinkirî dikare şeran bisekinîne. Em di vê baweriyê de ne ku dê jin bikaribin pêşî li koçberî, şer û desthilatdariyê bigire.”

‘Em di her warî de bi xebatên xwe piştgirî û parastina jinan didomînin’

Têkildarî civîna salane, Rêveberiya Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Zeyneb Hebeş li ser armanca civîna salane axivî û wiha pê de çû: “Asta alîkariya xwe ya ji bo jinan di hemû aliyan de tê nirxandin. Armanca me ya sereke ew e ku em behsa xebatên sala bê û zehmetiyên ku li pêşiya xebata me derketine, ji bilî rewşa jinan û zehmetiyên ku di vê heyamê de rû bi rû dimînin, binpêkirinên li dijî jinan diqewimin nîqaş bikin û çareseriya van dênin.”

‘Girîngtirîn kar û xebatên Ofîsa Jin Tev-Demê ya 2022 an’

Zeyneb Hebeş her wiha bal kişand ser xebatên herî girîng ên Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk û wiha bi dawî kir: “Îsal giranî li ser perwerdekirina jinan di aliyê rewşenbîrî de bû lewma me ji bilî kursên perwerdeyê gelek dewreyên perwerdeyê vekirin. Xurtkirina waneyên ku jinan dixin pêşiya rastiya tundiya li ser wan ji aliyê hemû aliyan ve ji bo zêdekirina hişyariyê û hînkirina wan e. Her wiha me kar kir ku çend wane ji mêran re jî bidin, da ku em bikarin zîhniyeta baviksalarî ya deshilatdar biguherînin û civakê bi pêş bixin, ji ber ku bi perwerdekirina her du zayendan em dikarin bigihîjin civakek xwenda û pêşketî û rola jinan di nav de hat aktîfkirin. Di warê pêşxistina pêwendiyên ofîsa jinan de, di serdana xwe ya Urdunê de, me li ser danasîna bernameya me ya xwendinê ew e ku em fêrî xwendekar û nifşên paşerojê bikin, ji bilî wê yekê jî me di hemû kolanan de dar çandine, di nav de 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Cejna Jinan, Cejna Newrozê û hin rojên din”