Talîbanê radyoya 'Dengê Jinê' girt

Talîbanê bi hinceta binpêkirina siyaseta xwe ya weşanê radyoya “Dengê Jinê” girt û li ser sîcîla xwe ya binpêkirina mafên jinan yekî nû lê zêde kir.

Navenda Nûçeyan - Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê radyoya herêmî ya bi navê "Dengê Jinê" bi îdiaya ku di meha Remezanê de weşana muzîkê dike, girt.

Piştî ku Talîban li Afganîstanê desthilatdarî girt, ji bo jinan ji qada giştî vekişîne û mafên wan ji dest wan bigire, gelek qedexe îmze kirin û herî dawî di 30'ê Adarê de îstasyona radyoya "Dengê Jinê" ya li Bedahşanê girt.

Rêvebira berpirsê radyoyê Naglaa Şêrzad piştrast kir ku tu muzîk li radyoyê nehat weşandin, ji ber ku Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê ew qedexe kiriye. Naglaa Sherzad destnîşan kir ku berevajî hinceta ku ew weşana muzîkê kirine di demên dawiyê de li radyoyê bernameyên li ser qedexekirina perwerdehiya zarokên keç çêkirine û ev rewş Talîbanê aciz kiriye. Naglaa Sherzad a bibîr xist ku piştî Talîbanê rêveberiya welat desteser kiriye radyoyê wan gelek caran cezaya girtinê girtiye, anî ziman ku ji ber van astengî û cezayan xebatkarên radyoyê ji malên xwe bernameyên radyoyê çêkirine.