Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen çanda nûjen diafrîne - 3

Rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolax avabûna Hîlala Zêrîn wiha anî ziman: “Hîlala Zêrîn di sala 2016’an de hat avakirin û çand, huner, edalet, wekhevî û exlaqê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze.”

‘Hîlala Zêrîn çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike’

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Çawa ku jiyan bi hebûna jinan tê avakirin, çand û huner jî bi destên jinan hatiye avakirin û heta niha jî bi awayên cur be cur ev çand tê domandin. Bi Şoreşa Rojava ya ku bi navê şoreşa jinan tê nasîn, jin dikaribûn di warê çand û hunerê de jî roleke diyar raber bikin û heta niha dikaribûn rêxistinbûna xwe bi awayekî çalak mezin bikin. Hîlala Zêrîn çanda jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze. Hîlala Zêrîn dikaribû hemû pîroziya jinan a ku rastiya xwe ji dîrokê digre biparêze. Îro jinên Rojavayê Kurdistanê piştî zilma bi salan a rejîma Baasê dikaribûn bi pergala Neteweya Demokratîk derkeve pêşberî jinan û bi çav, cil, berg, lîstik, şano, wênexêzî, stran, govend, amûrên muzîkê û pir çandiya gelan çanda jinan domdar bike.

Hîlala Zêrîn di sala 2016’an de li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û piştî avabûna xwe dikaribû rêxistinbûna xwe li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Tevgera Hîlala Zêrîn ji komîteyên mîna Dîplomasî, Perwerde, Arşîv û Maliyeyê pêk tê. Her wiha beşên hunerê mîna stran, govend, studyo, akademî, tiştên destan hene. Îro hemû pêkhateyên ku li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, dikarin bi çanda xwe beşdarî rêxistinbûna Hîlala Zêrîn bibin û reng û çanda xwe ji nû ve zindî bikin. Hîlala Zêrîn armanca wê ya sereke ew e ku çanda kevin a dayikan ji nû ve zindî bike û bike xwedî pêşeroja gelan. Der barê kar û xebatên Hîlala Zêrîn û avabûna wê de rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mizgîn Çolax qala kar û xebatên ku dimeşînin kir.

‘Hîlala Zêrîn di sala 2016’an de xwe bi rêxistin kir’

Mizgîn Çolax avabûna Tevgera Hîlala Zêrîn wiha rawe dike: “Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2016’an de hat avakirin, beriya wê jî me xwe bi navê Kevana Zêrîn bi rêxistin kiribû. Şoreşa Rojava, bi şoreşa jinan tê pênasekirin loma me xwe wek çand bi rêxistin kır. Rola jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pir girîng bû. Yên ku kar û xebat dimeşandin jin bûn, çi di aliyê çandî be çi jî leşkerî be. Rola jinan di vê şoreşê de pir derket pêş û rola xwe lîstin. Me navenda çanda jinan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû kantonan de ava kir.”

‘Çanda jinên xwedawend di nava civakê de belav dikin’

Mizgîn Çolax wateya Hîlala Zêrîn wiha tîne ziman: “Di destpêka avabûna civakbûnê de, Hîlala Zêrîn erda herî dewlemend bû. Beriya 5 hezar salan li ser erdê Hîlala Zêrîn, edalet û wekhevî hebû. Her wiha civak xwe bi rêxistin dikir û weke klan xwe bi rê ve dibir. Me xwest tişta ku beriya 5 hezar salan bi destên dayika xwedawend hatiye avakirin, ji nû ve zindî bikin û çanda jinan di nava civaka xwe de belav bikin.”

‘Çanda ku hatiye windakirin bi destên jinan tê nûjenkirin’   

Mizgîn Çolax armanc û komîteyên ku di Hîlala Zêrîn de hene wiha parve dike: “Armanca Hîlala Zêrîn ewe ku çanda dayikê pêş bixînin. Yên ku civakê bi rê ve dibe û ava dike jin bi xwe ye. Armanca me ew e ku afrîneriya jinan derxin holê. Çand heye lê çanda ku hatiye windakirin em dixwazin careke din bi destên jinan nûjen bikin. Em dixwazin çanda jinan derbasî her mal, jin û civakê bikin. Di nava Hîlala Zêrîn de komîteyên mîna, Dîplomasî, Perwerde, Arşîv û Darayî hene. Di nava rêxistinbûna me de perwerde gelek girîng e û em giranî didin perwerdeyê. Her wiha beşên me yên hunerî mîna muzîk, govend, şano, wênesazî, tiştên destan û beşa zarokan hene. Di beşa me ya zarokan de girîngî tê dayîn, ji ber zarok pêşeroja civakê ne. Li kêleka wê jî studyo deng û reng ev salek e hatiye avakirin û di dema perwerdekirin û tomarkirina stranan de ne.”

‘Di Hîlala Zêrîn de her pêkhateyek çanda xwe nûjen dike’

Mizgîn Çolax destnîşan kir ku Hîlala Zêrîn temsîla tevahî pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di hundirê xwe de dihewîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, di nava tevgera me de cihê xwe digrin. Em wek tevgerek di hundirê Rojavayê Kurdistanê de dijîn loma hemû pêkhateyên mîna Suryan, Ermen, Aşur û Ereb jî cihê xwe di nava tevgerê de digrin û çanda xwe nûjen dikin. Em dixwazin hemû pêkhate bi rengê xwe derkevin holê û xwedî li çanda dayikên xwe derkevin.”

‘Tevgera Hîlala Zêrîn xwe li kantonan bi rêxistin kiriye’

Mizgîn Çolax anî ziman ku Tevgera Hîlala Zêrîn li her Kantonê hatiye avakirin û wiha domand: “Navendek Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Her wiha li Kantonên mîna Şehba-Efrîn, Heleb, Kobanê, Hesekê, Qamişlo, herêmên rizgarkirî hatiye avakirin. Em dikarin bibêjin ku me rêxistinbûna xwe li ser bingeha kantonan daye avakirin. Li kêleka wê jî li navçeyan jî hatiye avakirin. Li gund û bajarokan jî em dixwazin di demên pêş de berfirehtir bikin.”

‘Huner eynika civakê ye’

Mizgîn Çolax rola jinan di Tevgera Hîlala Zêrîn de wiha anî ziman: “Deriyê Tevgera Hîlala Zêrîn li tevahî jinan vekiriye. Her hunermend, jin û kesên ku xwe di aliyê çandê de dibînin em dixwazin bila bên saziyên xwe. Ger tu bixwazî civakê bidî naskirin divê di destpêkê de çand bê naskirin. Pêwîst e em çanda xwe bidin naskirin û hîn berfirehtir bikin. Di rewşa niha de em di nav şerekî de ne û hemû şer li ser çandê pêk tên. Şerê ku li vir rû daye mîna Efrîn û Serêkanî di destpêkê de xwestin çanda wan herêman qir bikin. Ji bo wê divê em xurtir bibin û çanda xwe bi pêş bixin û biparêzin. Dema em dibêjin çanda jinan, em destpêkê dibêjin çand, paşê dibêjin jin û herî dawî dibêjin huner. Çand girîngiya wê di nava civakê de pir e, ji ber ku çand wekhevî, edalet, exlaq û kombûn e. Yên ku vê çandê diparêzin dayik in hem li mal hem jî di civakê de mayinde dikin. Em dikarin bi rola jinan çandê bi pêş bixin. Çand tu caran winda nebûye û her dem ji aliyê jinan ve hatiye parastin. Bi şoreşê re em dikarin bibêjin ku me çanda xwe nûjen kir. Bi avabûna Hîlala Zêrîn re gelek kom hatin birêxistinkirin. Me xwest bi hunerê civaka xwe kêfxweş bikin, ji ber huner eynika civakê ye.”

‘Bi qêrîna azadiyê me tama şoreşê girt’

Mizgîn Çolax diyar kir ku şoreş mecal dayê ku azadiyê bijîn û wiha domand: “Em wek pêkhateya Kurd di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn. Me bi kurdbûna xwe cihê xwe di şoreşê de girt. Berê jî me çanda xwe diparast lê bi şoreşê re gihîşt lûtkeyê. Şoreşê bi xwe re azadî anî û her pêkhateyek dikaribû bi çand û zimanê xwe bijî. Me jî wek Kurd zehmetî di dema rejîma Baasê de kişand. Niha bi şoreşê re me zehmetiyên xwe derbas kirin. Dema zextek li ser mirovan hebe, mirov nikare tiştên ku dixwaze derxe holê lê şoreşê wê derfetê da me ku me bi qîrîna azadiyê tama şoreşê girt. Şoreşê bi xwe re gelek tiştên mezin pêk anî. Em dixwazin çanda Kurdan bidin jiyîn û parastina wê bikin, ji ber ku çanda Kurdan pir dewlemend e.”

‘Em di şer de roleke baş lîstin’

Mizgîn Çolax diyar kir ku rola çand û hunerê di şeran de diyarker e û wiha got: “Çand û huner di civakê de tişta herî sereke ye. Her wiha rola çand û hunerê di şeran de jî girîng e. Niha li Rojavayê Kurdistanê şerekî heye û gelek zehmetî hene. Di şerê Efrîn û Serêkaniyê de rola çand û hunerê derket pêş, rast e şer hebû lê me jî wek çand û huner dikaribû bi def û amûrên muzîkê rola xwe di wê şerê de bilîzin. Di aliyekî de çek û di aliyekî de temûr di destên me de bû. Di nava şer de çand tişta herî girîng e. Me dikaribû di şerên ku rû didin de şer û çandê bi hev re bidin jiyîn.”

‘Çanda gelan diparêzin’

Mizgîn Çolax  herî dawî destnîşan kir ku ewê heta dawiyê parastina çanda gelan bikin û wiha bi dawî kir: “Zarokên ku temenê wan 8 salî heta pîrên ku temenê wan 80 salî ye di nava tevgera me de hene. Komên ku li ser dikê çanda xwe pêşkêş dikin, mirov dibîne ku çanda Kurdan çiqas dewlemend e. Her wiha em girîngî didin ciwanan, ji ber ciwan pêşeroja civakê ne. Dijmin bi riya şerê taybet her dem êrîşî ciwanan dike û dixwaze mêjiyê ciwanan vala bike. Ji bo wê em dixwazin zarok û ciwanên xwe perwerde bikin. Jin, zarok û ciwan di şoreşan de girîng in, ji ber dijmin dixwaze bi wan civakê tune bike. Di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk zarokan qetil dike. Loma em dixwazin ciwanên xwe bi pêş bixin û xwedî li civaka xwe derkevin. Herî dawî jî daxwaza me ew e ku merc ji ciwan, zarok û jinan re werin avakirin û berê xwe bidin Hîlala Zêrîn. Tevgera Hîlala Zêrîn çandî ye û manewiyata wê zêde ye.”

Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de rola dîplomasiyê