Talîbanê li dibistanek îşkenceyê li 2 mamosteyên jin kir

Li herêma Bamyanê ya girêdayî Afganistanê 2 mamosteyên jin ji aliyê Talîbanê ve li ber çavên xwendekaran rastî îşkenceye hatin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Atagah ê girêdayî herêma Bamyanê ya Afganistanê li dibistana Dar El-Ulumê du mamosteyên bi navê Zahra Haîdarî û Şerîfe Rostamî rastî îşkenceyên endamên Talîbanê yên ku girêdayî vezareta perwerdeyî ne hatin. Hat hînbûn ku Talîban îşkence li ber çavên xwendekar û mamosteyan kirine.

Talîbana ku ji meha Tebaxa 2021’ê şûn ve rêveberiya welat desteser kiriye, bi taybetî li ser zarokên keç û jinan polîtîkayên taybet dide meşandin. Rêveberiya Talîbanê yê ku jinan ji qadên giştî dûr dixe, bi polîtîkayên ku jinan di malên xwe de girtî dihêle dişopîne.