Dîroka danişînê ya rojnamevanên girtî eşkere bû

Hat ragihandin ku danişîna doza der barê rojnameger Nîlûfer Hemedî û Elaha Mohammadî yên li Îranê girtî ne, wê di 30-31’ê Gulanê de bê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li Girtîgeha Evînê girtîmayîna rojnamegerên Nîlûfer Hemedî û Elaha Mohammadî ku yekem car kuştina Jîna Emînî li Tehrana Îranê ragihandin, berdewam dike. Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Heyeta Dadweriyê diyar kir ku rûniştina doza der barê 2 rojnamegerên girtî de hatiye vekirin dê di 30-31’ê Gulanê de li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê bê dîtin.

Rojnameger 3 xelatan wergirtibûn

Rojnamegerên ku bi îdiaya "hevkariya bi hikûmeta Amerîkayê re" hatin girtin, ji ber nûçeyên xwe yên der barê qetilkirina Jina Emînî de xelata 'Xelata Wijdan û Rastiya Rojnamegeriyê' ya Weqfa Rojnamegeriyê ya Nieman û 'Xelata Azadiya Ragihandinê' ya Federasyona Rojnamegerên Kanadayê hatibûn dayîn.

Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Guillermo Cano jî ji Nîlûfer Hemedî û Elaha Mohammadî û parêzvana mafên mirovan Narges Mohammadî re hatibû dayîn.