Talîban hewl dide jinan ji qadên giştî dûr bixe

Talîbanê rojên borî çûyîna jinan ya nava parqê qedexe kir. Piştî qedexeyê komek jinan xwest bikeve lûnaparkê, destûr nehat dayîn ku biçin parkê.

Navenda Nûçeyan – Talîbanê ku li Afganîstanê bi vekişîna hêzên Emerîka û NATO’yê rêveberiya welat desteser kir, her roj li dijî jinan ‘qedexeyek’ tîne û jinan ji qadên giştî dûr dixe û hepsê malan dike. Herî dawî jî bi hinceta “binpêkirina qûralan” li paytext Kabûlê çûyîna jinan ya parq û lûnaparqan qedexe kir.

Wezareta Teşwîqkirina Dilpakiyê û Pêşîgirtina li Nebaşiyê yê Talîbanê, ragihandibû ku çûyîna jinan a parqên ji kamûyê re vekirî asteng bike. Piştî daxuyaniyê ketina jinan ya lûnaparqa li Kabûlê hat astengkirin.

‘Qural hatin binpêkirin'

Berdevkê Wezareta Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr ya daxuyanî da, wiha got, li parqan "qural hatin binpêkirin" û “jin û mêr bi hev re hatin dîtin". Berdevkê di daxuyaniya xwe de wiha got: “15 mehên dawî ji bo sererastkirina wê çi ji destê me hat me kir û heta rojan jî diyar kir. Lê dîsa jî li hin cihan - bi rastî gelek cihan - qural hatin binpêkirin. Jin û mêr tevlî hev bûne, pîvana nixumandinê hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê vê gavê biryareke bi vî rengî hate dayin."

'Jin paş ve hatin şandin’

Bi qanûnên nû re li gorî şahidan, lûnaparqek Kabûlê ya ku amûrên wek erebeyên li hev dikevin û dolaba dizivire heye, çend jin ji aliyê rayedarên lûnaparkê ve paşve hat zivirandin. Masooma ku ji ber sedemên ewlehiyê xwest tenê navê xwe bê weşandin û got bi neviyê xwe re paşve hat zivirandin, wiha got: "Dema dayikek bi zarokên xwe re were, divê destûr were dayîn ku bikevin parqê, ji ber ku divê zarok bilîzin û kêyfê bikin.”

Xebatkarên lûnaparqê jî diyar kirin ku rayedarên Talîbanê ji wa re gotinê ku destûr nedin ky jin bikevin parqan.

Hemû mafên jinan ji destê wan hat girtin

Piştî rêveberiya Afganîstanê ji Talîbanê re hat hiştin, rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku li dijî jinan binpêkirinên giran ên mafên mirovan tê jiyîn. NY’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de dest nîşan kir ku, di rêjeya "jin û zarokên keç ji bilî mafên civakî, sûd wergirtina aborî, çandî, siyasî û civakî” de paşketinek cidî heye. NY’ê da zanîn ku li tu welatekî din jin û zarokên keç ewqas zû ji hemû qadên jiyana giştî nehatine paşxistin. Di nava salekê de hemû mafên jinan ji destê wan hat girtin, bûyerên eşkenceyê li welat zêde bû.

Werger: NuJINHA