Ji jinên Bîngazî kampanyaya jîngehê

Jinên Bîngaziyê bi beşdarbûna kampanya "Cigare di otomobîlê de", der barê paqijiya hawirdorê de ji raya giştî hişyar kirin.

HINDYA AL-ASHEPY

Bingazî – Dîplomat û pisporên ji çar aliyên cîhanê li Misrê kom dibin da ku li ser armancên avhewayê nîqaş bikin. Gelek jinên li bajarê Bîngazî ya Lîbyayê ne, di dîrokekê ku çalakiyên lutkeya avhewayê ya COP27 destpê kirin de bi çandina daran dixwazin hawirdorê ji qirêjiyê biparêzin, der barê xeteriyên plastîk ên li ser jîngehê û okyanusan de  kampanyaya hişyariyê dan destpêkirin.

13 kampanya tên meşandin

Seroka Rêxistina ‘Ji Bo Te Bîngazî’ Ahlam Idris Al-Obaidiya got ku di nav bajar de nêzî 13 kampanyayên rêxistinê hene, di nav wan de kampanyaya "Cigareya di otomobîlê de” jî heye. Ahlam Idrîs El-Obaidiya got, “Kampanyayên me yên li ser girîngiya paqijî, daristan û nebatên bajaran hene. Çenteyên hawirdorparêz dê li ser rêyên giştî bidin ajokaran. Armanca me li vir ew e ku em hişyariya ajokaran bikin ku kumukê cigareya xwe neavêjin hawîrdorê. Gelek xwebexş beşdarî vê kampanyayê bûn û çenteyên kampanyayê li piraniya taxên Bîngazî li şofêran belav kirin.”

'Divê hişmendiya jîngehê bê zêdekirin'

Ahlam Idris Al-Obaidiya jî anî ziman ku ew ji hevkariya gel a ji bo kampanyayê kêfxweş in û got, “Gel di warê çandina daran, xweşkirina jîngehê, rakirina posterên qirêj ji kolanan de gelek hesas e. Ev yek me kêfxweş dike” û behsa rola rêxistinên sivîl ên bajêr di paqijkirina jîngehê de kir. Ahlam Idris Al-Obaidiya tekez kir ku divê sazî bi parastina qadên kesk hişyariya jîngehê li ser metirsiyên rijandina plastîk li derya û okyanûsan bilind bikin.

Ji bo xwendekaran kampanya hişyarkirinê

Endamê Înîsiyatîfa ‘Ji Bo Te ya Bîngaziyê’ Abeder Basma Dagman jî diyar kir ku kampanya ji ber organîzekirina kampanyayên paqijiyê yên ku bajarê Bîngazî di van demên dawî de şahidî kiriye, hatiye destpêkirin. Abeder Basma Dagman wiha got, "Me ji bo perwerdekirina xwendekarên dibistanan li ser girîngiya paqijiya bajêr û xetereyên qirêjkirina rêyan kampanyayên hişyariyê da destpêkirin."