TAJÊ serdana şehîdgeh û şervanên YJŞ’ê kir

Di roja dawî ya rêze çalakiyan de iro Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Serdana Şervanên YJŞ’ê û di demjimêrên êvarê jî serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kir.

Şengal-Rêze çalakiyên ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve hatî despêkirin îro jî berdewam kir. Îro di demjimêrên sibehê de Desteya Rêveber a Şengalê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Rojan Jinan a Cîhanê serdana Navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kir. piştre komek Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê berê xwe dan Serdeşta çiyayê Şengalê û sardana şervanên YJŞ’ê kirin. Piştî serdana YJŞ demjimêrên êvarê jî berê xwedan Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û yek bi yek li ser gorên cangoriyan gul danîn.

Her wiha îro di demjimêrên sibehê de Desteya Rêveber ya Şengalê bi şandeyekê ku ji Hevserokên Desteya Rêveber Riham Hesen û Xwedêda Ilyas û Cîgirê Hevserokan Dexîl Îbrahîm pêk  dihat, ji bo piroz kirina 8’ê Adarê berê xwe dan Navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê ya li navçeya Sînunê. Deste ji aliyê endam û Rêveberiya TAJÊ’ê ve bi cil û bergên gelêrî û germahiyekê hate pêşwazî kirin. Ji aliyê şandeyê ve gul û diyariyên bi boneya rojê hatin diyarî kirin û hêviya serkeftinê ji bo tevahî jinan bi taybet ji bo Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hate kirin. Berdevka Koordinasyona TAJÊ’ê Riham Hico, spasî kir û got: “Ez sipasiya we dikim. Berxwedana me berxwedaneke hevpar e. Heya Xweseriya Şengalê mîsoger nebe, emê jî weke Tevgera Jin, mil bi mil li her qadê têkoşînê bikin. Em 8’ê Adarê li we, li malbatên we û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Hûn ser serê me hatin, serçavan hatin.”

‘Jina Êzidî parastin û rêxistina civaka xwe dike’

 Di demjimêrên nivro de jî Şandeyeke ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji bo pîroz kirina cejna Şervanan xwe berê xwe dan Serdeşta çiyayê Şengalê û li wir yek bi yek li yekineya YJŞ’ê re gul diyarî kirin. Bi navê şandeyê Endama Koordînasyona TAJÊ  Şemê Remo axivî. Şemê Remo cejin li tevahî şervanan pîroz kir û da diyar kirin ku ew bi zarokên xwe xwe serbilindin û got: “ Weke jinên Êzidî ji bo me deskeftiyeke mezine ku em gihiştine vê astê ku em xwe diparêzin û rêxistin dikin.”

‘Em bi şervanên YJŞ’ê şanaz in’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakiz Celal qala serdana xwe ya ji bo Şervanên YJŞ’ê kir û got: “ Îro me serdana hêza xwe kir. Em bi keçên xwe û xortên xwe pir şanaz in ji ber ew parastina me dikin. Em vê rojê li tevan pîroz dikin, em li tevahî gerillayên serê çiya pîroz dikin.”

‘Sekna dayikên me hêz dide tekoşîna Me’

Şervana YJŞ’ê Sozdar Agir jî wate û giringiya rojê wiha nirxand: “ Em vê rojê li tevahî jinên tekoşîn didin meşandin pîroz dikin. Dayikên me moraleke mezin da me, îro em dayikên xwe wiha dibînin ku reng didin Şengalê bi sekna xwe bi dil wêrekî û dilnizimiya xwe ev yek me di rêya tekoşîna azadiya jinê de bi hêztir dike. Rêber Apo wateke mezin li vê rojê bar kir û got dive jin tevahî rojan wiha bi wate bikin îro em vê yekê li Şengalê dibînin her ku diçe tekoşîna jinê digihêje asteke bihêz ev jî bo siberojê hêviyên mezin ya jiyana bi rengê jinê nava xwe de dihewîne.”

8’ê Adarê Li Giyanê Şehîdan pîroz Kirin

Di demjimêrên êvarê de jî li gel endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê meclisên gel jî berê xwedan Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û yek bi yek li ser gorên şehîdan gul danîn. 8’ê Adarê li giyanê tevahî cangoriyan pîroz kirin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Xoxê Seydo jî 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got:“Bi boneya 8’ê Adarê me berê xwe da goristana şehîdên xwe, ji ber wan ev roj diyarî me kirin. Ji bo wê tevahî xweşiyên xwe de em despêkê berê xwe didin şehîdgehên xwe. Bi saya Rêber Apo em îro fêrbûn ku rojeke jinê jî heye îro jî em roj bi roj pêşdikevin em ji bo axa xwe ji bo miletê xwe tekoşîn dikin. Ji bo hemû roj bibin roja 8’ê Adarê em kar û xebat dikin ez serkeftinê ji tevahî jinan re dixwazim”