Jinên Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê meşiyan: Em ê têkoşînê mezin bikin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi çalakiyên cûr bi cûr didomin, bi pêşengiya Meclîsa Îştar meşek girseyî hat lidarxistin. Jinan gotin ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.

Mexmûr -  Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cûr bi cûr tên li darxistin. Îro jî bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê meşek girseyî hat lidarxistin.

Meşa şêniyên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê parka Şehîd Aryen Cudî. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Em jinên penaber bi tere ne ey Rêber’ hatin berzkirin. Di heman demê de pankartên ‘Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî Dihûnin Tevna Jiyanê’, ‘Emê Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Tevayî Komkujiyan Zelal Bikin’, ‘Bi Jin Jiyan Azadî Berbi Şoreşa Jinê Ve Dimeşin’ û ‘8’ê Adarê Pîroz Be’ hatin hildan.

Jinên ciwan bi lêdana erbaneyan xemlek cuda dan meşê û jinan di meşê de xwe bi cil û bergên Kurdî yên reng û reng xemilandin û 8’ê Adarê bi keyfxweşiyek mezin pîroz kirin. Piştî ku meş gihişt ber deriyê parkê, ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser giringiya rojê mamosta Qîmet Kilinç axivî.

‘8’ê Adarê ji bo hemu jinan dîrokeke’

Qîmet Kilinç di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê em tenê weke rojek nagirin dest, ev roj ji bo hemu jinên cîhanê dîrokeke. Ji ber ku roja 8’ê Adarê wek roja li beramberî koletî, bindestî û maf xwarina jinê hatiye binavkirin. Ji bo wê em dubare dibêjin jinên ku ji bo me ev roj afirandî û divê oxirê de xwe feda kirine bibîrtînin. Me di dîrokê de wek jin rojek ji xwe re avakiriye, lê zîhniyeta serdest a mêr dixwaze vê rojê ji me re reş bike û pêşiya azadiya jinê bigire.”

‘Hertiştê ku ji bo mirovahî û civakê hatî afirandin encama keda jinê ye’

Qîmet Kilinç di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Di vê pêvajoya ku em niha tê de ne rojane jin li ser navê namus, eşîret û malbatê bi qetilkirinan re rû bi rû tên. Ji ber ku jin mafê xwe dixwazin bi êrişan re rû bi rû dimînin. Lê li beramberî vê Rêbertî ji bo jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurd ewqas derfet daye ku em îro li vir bivî şêweyî vê rojê pîroz dikin. Jin bi malê re ne sînordare û ne xwedî yê karê malê ye. Dema ku jin jixwer bawerbin û rêxistinkirî be dikare hertiştî bike. Jin afrênerê destpêkê yê jiyanê ye. Hertiştê ku ji bo mirovahî û civakê hatî afirandin encama keda jinê ye. Jin ewqas nirx dide jiyanê ku canê xwe dike berdêl. Mînaka wê jî li berçavê me ye. Wek Sakîne Cansizan, Bêrîtanan, Zîlanan, Rukenan, Clara, Roza û ya ku pêşengtiya şoreşa jinê kirî Jîna Emînî. Em dibînin ku divê oxira jiyanê de çiqas ked û berdêl dane.”

‘Tu kes nikare roja jinê tarî bike’

Qîmet Kilinç di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wek jinên Kurd ewê tu caran rê nedin ku têkoşîna wan a azadiyê were rawestandin û got: “Emê xwe li ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje, ‘Şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê heskirin’ rêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin. Em cardin 8’ê Adarê li hemu jinên kedkar ên cîhanê û jinên ku bi berxwadana xwe ev roj ji bo me afirandî û taybet yên ku ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo li girtîgehan liberxwe didin û dinava çalakiyan de ne pîroz dikin. Tu kes nikare roja jinê tarî bike û emê heta dawiyê şopdarê heqîqet û azadiyê bin.”

Piştî daxuyaniyê govend hate gerandin.