TAJÊ: PDK dixwaze êrîşan rewa bike

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komkujiya li Zaxo şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaneykê komkujiya li gundê Perex ya Zaxo ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhat û di encamê de 9 kes hatin qetilkirin, şermezar kir û got: “Derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê, tenê bi raperîna gel mîsoger e.”

TAJÊ’ê di daxuyaniya xwede banga berfirehkirina çalakiyên li dijî hebûna artêşa Tirk ya li Iraqê kir û da diyakirin ku PDK dixwaze van êrîşan rewa bike.

“Berfirehbûna êrîşan jî jiber bê helwestiya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ye”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di despêka daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em êrîşa dewleta Tirk a dûrî exalqê mirovahiyê şermezar dikin. Wek tê zanîn ev ne êrîşa despêkêye ku dewlet Tirk a dagirker li ser axa Iraqê pêktîne. Bi salane ev komkujî li ser gelên Iraqê dewam dikin. Herkû diçe êrîşên dewleta Tirk ên lier axa Iraqê zêde dibin. Sedema berfirehbûna van êrîşan jî jiber bêdengî û bê helwestiya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Taybet PDK’ê heya dawî destê xwe kêşaya nava îxanetê û dixwaze ku êrîşên li ser gelê medenî û axa Iraqê rewa bike, bi vî awayî hevkariya xweya bi dewleta Tirk re dide îspatkirin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de TAJÊ’ê  banga xurtkirina çalakiyên li dijî hebûna leşkerên Tirk ya li ser axa Iraqê kir: “Iraq heya niha weke pêwîst rê li ber êrişan negirtiye û ji bo vê jî tu gav jî ne avêtiye. Hemu bertekên wan di asta daxuyaniyan dene. Derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê, tenê bi raperîna gel mîsogere. Çalakiyên li dijî van êrîşan pêwîste berfirehtir bibin û gelê Iraqê bi yek dengî bibe xwedî helwest.”