Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê destpê kir

Bi armanca danasîna şoreşa jin a li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Star û bi dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriye destpêkir.

Qamişlo - Kongreya Star bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Jin a li Rojavayê Kurdistanê û bi aramanca danasîna destkftiyên jinan a bi şoreşê re hatine bidest xistin, bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê li dar dixe.

Foruma jinan li Zanîngeha Rojava bi komîteya amadekar a ji 7 rêxistinên jin yên Kombûna Jinên Zenobiya, Meclisa Jinên Sûriyan, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Meclisa Jin a Sûriye, Jineolojî, Kongra Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêk tê, destpê kir û bi dehan sazî û rêxistinên jinan beşdarî forûmê bûn. Her wiha tevlîbûn ji tevahî rêxistinên jinan yên Rojhilata Navîn bi riya bernama online wê ji forumê re bê çêkirin. Bernameyê forumê wê li ser 4 panêlan bê birêvebirin û bi qasê du rojan dê berdewam bike, di hundirê her panêlekê de wê nîqaş bên meşandin.

Panêla yekem wê li ser nirxandina deh saliya Şoreşa Jinê be, panêla duyemîn wê li ser têkoşîna jinan a ji bo parastina şoreşê be. Di roja duyemîn de wê despêkê li ser atolyeya xebata jinan a li ser çar beşan der barê pêşengtiya jin di guhertin û veguhertin civakê de, têkoşîna jin di qada siyasî û hiqûqî de, pêwîstiya parastin û pêkanîna mafê jinan û li dijî siyaseta terbiyekirin ya li ser birçîbûnê û aboriya jinê, dê nîqaş bê meşandin. Paşê wê foruma jinan bi panêla sêyemîn li ser bandora şoreşê ya li ser têkoşîna jinan û panêla çaremîn jî wê bi rengê nîqaşeke zindî li ser encamên forumê ji bo avakirina perspektîfên pêşerojê bidome. Di dawiyê de wê Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi biryarên girîng bi encam bibe.

“Çirûska şoreşê ji Kobanê destpê kir lê roj bi roj herikî û li tevahî deveran belav bû”

Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyana pakrewanê azadiyê destpê kir, paşê  sînevîzyonek li ser şehîdên Şoreşa Jin hate temaşekirin. Axaftina vekirina forumê ji aliyê Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemd ve hate kirin.

Remziya Mihemed bal şand li ser têkoşîna jinan a di nav deh salên şoreşê de û wiha got: “Tevahî jinên ku îro di vê foruma me de hazirin, dibînin ku em dikarin şoreşa xwe bînin ziman, em vê kelecan û kombûna jinan pîroz dikin. Bi serkeftinên mezin û xebetakekî xurt jinên hemû pêkhatiyan dikaribûn di vir de hazir bibin, ji ber geşkirina şoreşê ji me tê xwestin. Rast e çirûska şoreşê ji Kobanê destpê kir lê roj bi roj herikî û li tevahî deveran belav bû ev mînak rengê jinên Sûrî dide nişandan. Pir êrîş û siyaset li ser me hatin meşandin lê her jin li pêş bû û bû mîrasek ku tevahî jin jê sûd bigirin. Bi têkoşîna jinan encax em dikarin şoreşa xwe biparêzin.”

Piştî axaftina Berdevka Kongreya Star, peyamên jinan yên rêxistnên derve ji bo pîrozbahiya forumê hatin xwendin.

Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi axaftina Hevseroka Desteya PYD’ê Foza Yûsif dewam dike…