TAJÊ: Em ê bi rêxistin û biryarbûna xwe xweseriya Şengalê ava bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8’emîn salvegera fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

 “Bi boneya salvegera 8’emîn fermana 3.8.2014’an, em hemû şehîdên fermanê bi hurmet û bi minetdarî bi bîr tînin. Em tevahî cangoriyên azadiyê yên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê canê xwe kirin mertal û ji bo parastina xaka pîroz û civaka Êzidî canê xwe feda kirin, wan lehengan bi hurmet, minetdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

“Bi hezaran pêşmergeyên PDK ê beriya gel reviyan”

Fermana 3’ê Tabaxa 2014’an ku bi destên çeteyên DAIŞ ê li hemberî civaka Êzidî ya li Şengalê pêk hat tewanekî li dijî mirovahiyê ye. Rojek reş e di dîroka mirovahiyê de, li ber çavên cîhanê hemû dewletên cîhanê qirkirin pêk hat lê ew dewlet bêdeg bûn. Di dema fermanê de bi hezaran hêzên ewlekariya hundirîn ên Iraqê hebûn lê bi erk û berpirsyariyên xwe ranebûn û bi hezaran pêşmergeyên PDK ê, qaşo ji bo parstina civaka Êzidî li Şengalê diman lê mixabin, Şengal radestî DAIŞ’ê kirin û beriya gel reviyan. Ev xiyaneta PDK‘ê da nîşandan ku destê wan di vê fermanê de heye û sûcdar in. Ev xiyaneta li derveyî exlaq û wijdanê mirovahiyê wê tu car neyê jibîrkirin.

“Em deyndarên Rêber APO û şehîdên xwe ne”

Di vê êrîşa hovane de bawarî û çanda kevnar a Êzidayatiyê hat armanckirin. Di encamê de travmayek giran hat jiyîn. Qurbaniyên vê komkujiyê jî herî zêde jin û zarok bûn. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran jin dîl ketin destên DAIŞ’ê, bi dehan jinan xwe ji kendalan avêtin da ku dîl nekevin destên DAIŞ’ê. Bi hezaran kes ji axa xwe koçber bûn, bi hezaran kes jî hê aqubeta wan ne diyar e. Dema ku cîhan bêdeng bû, pêşmergên PDK’ê reviyan, di wê kêliyê de şervanên azadiyê berê xwe dan Şengalê û bi hevkariya şervanên YPG û YPJ’ê mudaxeleya fermanê kirin. Piştî berxwedan û bedelên giranbuha Şengal hat rizgarkirin û me wê demê dikaribû henaseya azadiyê bigrin. Em civaka Êzidî, bi taybetî jinên Êzidî tu car vê heqîqetê ji bîr nakin. Em her deyndarên wan in, deyndarên Rêber APO û şehîdên xwe ne, doza wan doza me ye. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li rêberê xwe, Rêber APO û li şehîdên xwe derbikevin.

“Em ê bi vîneke ji pola her dem li ber xwe bidin”

Bi taybetî di serdema îro de ku li ser hemû nirxên mirovahiyê êrîşên giran hene, civaka ku parastina xwe neke wê her dem rastî komkujî û fermanan were. Ji ber vê yekê em civaka Êzidî, bi taybetî jinên Êzidî em ê ji hemû milan ve, xwe zêdetir bi rêxistin bikin, têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku em bikaribin parastina xwe, ax û civaka xwe bikin. Em ê bi vîneke ji pola her dem li ber xwe bidin, bibin xwedî biryar û xwe bi rê ve bibin. Her wiha piştî fermana 2014’an heya niha PDK’ê û dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl didin civaka Êzidî dûrî axa wê bixin. Heya roja îro jî êrîşên hovane li ser civaka me didomin.

“Em ê bi rêxistin û biryarbûna xwe Xweseriya Şengalê ava bikin”

Em wekî TAJÊ diyar dikin ku çeka herî bi hêz XWEPARASTIN E! Bi vê bawariyê em ê hemû lîstikên heyî vala debixin û em ê tu car rê nedin fermaneke din. Heqîqeteke ku nayê veşartin heye, her giya li ser koka xwe şîn dibe, em bang li gelê xwe yê li kampên Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê dikin ku vegerin ser ax û koka xwe. Bêguman bi qasî êşa me giran e, ewqas jî hêrsa me mezin e. Êşên me 7 sal in kêliyek jî ji bîra me naçin. Heta em bikaribin, em ê hesabê fermanê ji sûcdaran bixwazin û heya zarokek û jinek Êzidî di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî be em ê her dem têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê bi rêxistina xwe, bi biryardariya xwe Xweseriya Şengalê ava bikin.”