“Pêwîst e jenosîda ku li dijî Êzidiyan pêk hatiye were qebûlkirin”

Bi boneya salvegera 8'emîn a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an, rêxistinên sivîl ên Êzidiyan merasîmeke bîranînê li dar xistin. Di merasîmê de hat diyarkirin ku divê jenosîda li dijî Ezidiyan were qebûlkirin, kesên winda werin dîtin.

Şengal-Rêxistinên sivîl ên Êzidiyan bo boneya salvegera 8'emîn a fermana 2014'an ku di encamê de bi hazaran jin, zarok û zilam hatin kuştin û revandin, merasîmeke bîranînê organîze kirin.

Merasîmê bi tevlibûna 21 rêxistinên sivîl ên Êzidiyan li hola saziya jiyana bi hev re ya navçeya Sinonê hat lidarxstin. Her wiha bi dehan kesên ji civaka Êzidî jî amade bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên fermanê dest pê kir. Piştî wê jî mûm hatin vêxistin.

Li ser fermanê û heya roja îro bûyerên ku qewimîne sînevîzyonek hat temaşekirin. Piştî sînevizyonê Nadiya Murad a ku ji aliyê QSD’ê ve ji DAIŞ’ê ve hatibû rizgarkirin û xelata Nobelê ya Aştiyê li ser navê jinên Êzidî girtibû bi riya onlîne beşdarî merasîmê bû.

Her wiha Koma Mîzo stranên girêdayê fermanê yên çanda Êzidiyan pêşkêş kirin.

Di dawiyê de daxuyanî li ser navê hemû rêxistinên sivîl ên Şengalê hat dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zirara ku ji ber fermanê çêbûye û wiha hat ggotin: "8 sal di ser fermanê re derbas bûye, ev ferman heya roja îro jî berdewa dike. Hê jî 2882 kes winda ne. Heya niha tenê ji 82 gorên komî tenê 31 gor hatine vekirin. DAIŞ'ê 68 qubeyên dîrokê hilweşandin. Jêrzemîna Şengalê heya niha jî hilweşiyayî ye û tu gavek ji bo avakirina wê ji aliya dewletan ve nehatiye avêtin. Ji fermanê heya roja îro Êzidî çereseriyê bi koçberiyê dibînin."

“Divê ku kar û xebatên cidî ji bo Şengalê werin kirin”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat dest nîşankirin ku kar û xebata ji bo jinûveavakirina Şengalê li gorî asta pêwîst nayê kirin û wiha domiya: "Heya roja îro tenê 11 dewletan jenosîda li ser civaka me qebûl kirine. Her wiha em bang li hemû dewletan dikin ku DAIŞ’î yên welatiyên wan in di dadgehên xwe de bidarizînin. Pêwîst e dewleta Iraqê biryara xwe ya di destûrê de girêdayî jinên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûne bi cih bîne. Êşa civaka me û birîna wê heya niha jan dide û ji bo dermankirina wê gavên xurt nehatine avêtin. Mafa vê civakê ya ku erkeke li ser milên dewleta Iraqê, pêwîst e bi cih bîne.”

Her wiha bang li hemû sazî û rêxstinên Êzidiyan ên cîhanî û herêmî, Iraqê û dewletan hat kirin ku daxwaz û mafê civaka Êzidî pêk bînin û wiha domiya: “Ji bo civaka me dubare jiyana xwe ava bike, mafên sereke pêwîst e bên dayîn. Em bang li dewleta  Iraqê û yên navneteweyî dikin ku ji bo vegerandin û rizgarkiria Êzidiyên winda yên di destên DAIŞ’ê de ne kar bê mşandin. Em bang li hemû dewletan dikin ku jenosîda li ser civaka me hatiye kirin bê qebûlkirin. Hikumeta Iraqê jî ji bo girtin û dadgehkirina DAIŞ’î yan berpirsyar e. Em daxwaza dadgeheke cîhanî dikin ku tê de yên ferman rakirine û yên bûne sedem jî bên dadgehkirin.”

“Em parçeyek ji Iraqê ne”

Endama Saziya Yazda, Neda Silû ji ajansa me re axivî. Neda di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Iraqê berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka Êzidî heya niha pêk neaniya û destnîşan kir ku fermana 2014’an bi siyasetek kûr û dirêj hatibû plankirin û got: “Heya roja îro di aliya Iraqê û dewletên cîhanê û nevneteweyî de li hemberî civaka Êzidî bi erka xwe ranebûne. Heya roja îro bi hezaran jinên Êzidî hê jî di destên DAIŞ’ê de ne her wiha îro li ser Şengalê siaysetekî gelekî kûr tê meşandin. Fermana 2014’a ji zûde hatibû plankirin. Ji 2003’ê heya 2014’an siyaseta ku li ser Şengalê dihat meşandin siyaseta tunekirina Êzidiyan bû. Îro jî koçberên Êzidî yên ku di kapman de dijîn berdewamiya van siyasetan e. Peymana 9’ê Cotmehê jî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin ger hin xalên wê neyên serarastkirin nabe ku pêk bê. Ji ber ku ne li gorî berjewendiyên civaka me ye. Îro lazim e Iraq di serî de û hemû dewletên din fermana li ser civaka me qebûl bikin û kesên ku bûne sedema fermanê bên dadgehkirin. Ez ji hemû jinên Êzidî daxwez dikim ku bi hêza xwe rabin û êdî doza mafên xwe bikin.”

“Divê em xwe bispêrin xwe”

Her wiha Elî Heskanî ku beşdarî vê merasîmê bû axivî û got: “Em beşeke ji Iraqê ne lewma îro ger em daxwaza mafên xwe bikin em ê ji hikumeta Iraqê bikin ji ber ku ew li hemberî me berpirsyar e. Heya niha hikumeta Iraqê ji bo rizgarkirina kesên di destên DAIŞ’ê de tu tişt nekiriye. 8 sal derbas bûn lê kesek jî nehatiye rizgarkirin. Her Êzidiyek li her derî ji bo qebûlkirina jenosîda ku li ser civaka me pêk hatiye, berpirsyar e. 74 ferman di serê civaka me rakirin, gelekên wan bi destên Osmaniyan hatine kirin. Îro jî dewleta tirk berdewamiya fermanên berê ye. Îro ji bo em civaka xwe ava bikin lazim e em xwe bi xwe parastina xwe bikin. Em xwe bi kesek ve girê nedin. Kesên ku ji derveyê Şengalê ne jî pêwîst e vegerin axa xwe da em bi hev re Şengalê ava bikin. Ji ber ku destek tenê nikare çepikan lêde.”