TAJÊ derbarê 8’ê adarê de semîner lidarxist

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Meclisa Gel ya navenda Şengalê semîner hat dayîn.

Şengal-Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Meclisa Gel ya Şengalê semînerek ji aliyê TAJÊ ve hate dayîn. Semîner bi beşdarbûna hemû sazî û destgehên Rêveberiya Xweser ya Şengalê hat lidar xistin û ji aliyê Neam Bedel endama Kordînasyona Tevgera azadiya Jinên Êzidî û Endama diplomasiya TAJÊ Lava Şengalî ve hat birêve birin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkirin. 

Axaftina destpêkê ji aliyê Endama Kordînasyona Tevgera azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel ve hate kirin. Nam Bedel 8’ê Adarê li hemû jinên tekoşer û berxwedêr pîroz kir û da zanîn bi yekgirtina jinan azadî tê bidestxistin.

Di heman demê de Lava Şengalî jî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Di kesayeta Şehîd Sakîne, Zîlan, Bêrîtan û Nazyê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û 8’ê Adarê pîroz dikin. Em êrîşa Xanesorê jî ku di sala 2017’an de pêkhat bibîr tînin û bejna xwe li hember şehîdan ditewînin.”

‘Oekoşîna heyî mîrasa 8’ê Udarê ye’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel ji ajansa me re jî axivî û di serî de cangoriyên meha Adarê bibîranî û 8’ê Adarê li wan pîroz kir û wiha got: “ Îro me bi beşdarbûna jin û mêran semînerek lidar xist, ji bo ku her kes giringî û wateya 8’ê Adarê bizanibin. Em 8’ê Adarê li jinên ku tekoşîn dikin pîroz dikin û li şehîdên jin bi taybet yên vê mehê em pîroz dikin. Îro jinên cîhanê tekoşîn dikin û pêş ve diçin. Em 8’ê Adarê li hemû gerîlayên jin pîroz dikin. Li hêz û Yekîneyên Parastinê yên Kurdistanê pîroz dikin. em li Serok Apo pîroz dikin ku wî rê li pêşiya jinê vekir ku tekoşîn bike û li azadiya xwe bigere.

‘Divê hemû jin asta tekoşînê bilind bikin’

Neam Bedel di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her jinek li kur hebe pêwîste rabe serxwe tekoşîn bike û li azadiya xwe bigere. Heta ku jin kole û bindest be wê civak jî kole û bindest be. Em dixwazin hemû jin bibin yek û hemû jin tekoşîn bikin. Emê bi rihê 8’Adarê tekoşîna xwe dewam bikin. Emê li ser xeta şehîdên meha Adarê bin thea ku em xeyalên wan pêk bînin. Emê tekoşîna xwe mezintir û bilintir bikin. Di dawiyê de dîsa 8’Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Li gerîlayên YJA-STAR ku li hemberî dagirkeriya Tirk şer dikin û berxwe didin pîroz dikim.”