Jinên Ereb: Tekoşîna jinan wê bi ser bikeve

Jinên ji pêkhateya Ereb ên li Şengalê der barê 8’ê Adarê de axivîn û bi dirûşma jin, jiyan, azadî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Şengal- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li her deverê jin di nava amadekariyan de ne. Jinên Ereb û Êzidî jî xwe ji bo roja 8’ê Adarê amade dikin. Jinên ji pêkhatiya Ereb ên li Şengalê li ser roja 8’ê Adarê axivîn û gotin; Em bi hêza jinan û tekoşîna hevgirtî hemû rojan bikin rojên jinan.”

‘Roja 8’ê Adarê roja berxwedanê ye’

Endama Meclisa Jinan a herêma Ereban Zûhir Ehmed roja 8’ê Adarê weke roja berxwedan û azadiyê bi nav kir û wiha axivî; “Ez roja 8’ê Adarê pîroz dikim. Ev roja me jinên Ereb, Êzidî û hemû jinên cîhanê ye. Em li tevahî gelan, jinên Kurd û hemû jinan pîroz dikin. Em vê rojê bi kelecan û şahiyê pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê roja berxwedanê ye, roja azadiyê ye, roja cesaretê ye, roja serkeftinê ye. Em li benda vê rojê ne, jinên bi hêz û rêxistinbûyî xwedî li roja xwe derdikevin. Ez dibêjim jin azad in. Jin, jiyan azadî. Em jin tenê mabin jî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

‘Bi zanîna roja jinan em bi têkoşînê hesiyan’

Jina bi navê Fatma Ramadan, li ser roja 8’ê Adarê axivî û wiha got; “Îro em weke jinên Erebên li deşta Nînovayê û jinên Êzidî li çiyayê Şengalê bi hev re, bi dengek û armancek peyam didin em jî ji bo azadiya hemû jinan û civakê li ber xwe didin. Ev hevdîtina me bi hev re hesteke xweş bi me re çêdike. Beriya niha haya me ji roja 8’ê Adarê tune bû. Piştî ku bi vê rojê hesiyan me ev roj weke roja xwe dît û em niha li gel jinên Êzidî vê rojê bi heman hestan pêşwazî dikin. Ev kombûna me ya li vir jî îfadeya vê hesta hevpariyê ye. Ev roj roja serkeftinê ye. Em roja 8’ê Adarê bi têkoşîn, bi hêza jinan û berxwedanê pêşwazî dikin. Em bi vê rojê serbilind in. Me bi saya fikrên Rêber Apo ev roj nas kir. Hêviya min ew e hemû roj bibin roja 8’ê Adarê.”

‘Em vê rojê weke roja azadiya xwe dibînin’

Fida Ehmed jî der barê 8’ê Adarê de hestên xwe anîn ziman û daxwaz ji hemû jinan kir ku roja 8’ê Adarê dakevin kolanan û bi van gotinan nêrîna xwe anî ziman; “Piştî ku em hîn bûn rojeke jinan li cîhanê tê pîrozkirin, weke jinên Ereb em jî êdî vê rojê pîroz dikin û weke roja xwe dibînin. Em ji hemû jinên cîhanê daxwaz dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin, yekitiya xwe ava bikin û piştgiriya me bikin. Hêviya me ji hemû jinan ew e ku di roja 8’ê Adarê de bi ruhê têkoşînê dakevin qadan. Ev roja têkoşîn û jinan e.”