Sirwe Mihemed: Parlementerên Iraqê ji êrîşên dewleta Tirkiye nerazî ne

Parlementoya Îraqê civîna awarte di derbarê êrîşa dewleta Tirk ya li Zaxo li darxist û parlementer Sirwa Mihemed da diyarkirin ku parlemeter daxwaza lêpirsînê ji wezîrê Derve, wezîrê parastin, fermandarê artêşa Iraqê kirin.

TEWAR PÊNCEWÎNÎ

Navenda Nûçeyan - Encûmena Nûnerên Iraqê di derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma geştiyarî ya gundê Perexê girêdayî Zaxo ku têde 9 kesan jiyana ji dest dan û 26 kes birîndar bûn, civîna awarte li darxistin, di civînê de de Wezîrê Karê Derve yê Iraqê, Fermandarê Artêşa Iraqê û Wezîrê Parastinê yê Iraqê amade bûn.

Endama parlementoya Îraqê ya YNK’ê Sirwe Mihemed di derbarê civîna parlementoya Iraqê de bibîr xist ku ev civîn li ser xwesteka parlementoy bû, ku di nava van çend rojên dawî de beşek ji parlementerên Kurd, pêkahteyên din îmza kiribûn ku parlementoya Iraqê bi cive û wiha got: “Civîna parlementoyê di demek pêwîst de ye ku ji ber piraniya parlementerên Kurd, Ereb û pêkhateyên din yên Şîa û Sine ji be rêrîşên dewleta Tirk bi teybet êrîşa li Zaxo xemgînin. Di vê civînê de parlementeran daxwaza lêpirsinî ji wezîrê Derve, wezîrê parastin, fermandarê Artêşa Îraqê kirin û piraniya parlementeran daxwaz kirin ku bûyerek din bi heman awayî rû nede û hikumet tedbîrên zêdetir bigrin. Her wiha daxwazên xwe pêşkêşî Netewên Yekgirtî kirin ku Tirkiye nikaribe serqeriya Iraqê binpê bike.”