“Bi riya kargehê em ê parastina maf û şoreşa jinan bikin”

Jinên ku beşdarî forumê ya beşa kargehê bûne nêrînên xwe û encama ku ji kargehê derketiye wiha anîn ziman: “Ji bo ku jin biryara xwe bigrin û mafên xwe bistînin me xwest di kargeha foruma şoreşa jinan de zelal bikin.”

Qamişlo - Di roja duyemîn a Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û  a forumê de beşa kargehê hat nirxandin. Di kargehê de pêşengiya jinan di guhertin û veguhertina civakê de, têkoşîna di qada siyasî û hiqûqî de, ji bo pêşxistin, parastin û pêkanîna mafên jinan çi pêwîst e li dijî siyaseta terbiyekirina bi birçîbûnê pêşxistina aboriya jinan hatin nirxandin. Jinên ku beşdarî forumê ya beşa kargehê bûne nêrînên xwe parve kirin.

“Di kargehê de li ser parastina mafên jin nîqaş hatin kirin”

Endama Koordînasyona Edaleta Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Esad der barê kargehê de wiha nirxandin kir: “Du roj in foruma şoreşa jinan dest pê kiriye û di wan beşan de di kargehê de me li ser parastina mafên jinan nîqaş kir û di kargehê de gelek jin amade bûn. Me xwest bi vê kargehê fikir, dan û standina xwe fikrên xwe bigihîjînin hev. Me xwest fêm bikin ku me di nava 10 salan de mafên jinan di çi astî de parastiye û ji bo mafên jinan çi pêwîst e em bikin. Zagona jinan heye ku em di vê kargehê de biryar bistînin ku li ser herêmê zagona me pêk were. Ji bo ku jin birayara xwe bigrin û mafê xwe bistînin me xwest di kargeha foruma şoreşa jinan de em zelal bikin.”

“Bi kargehê em ê mafên jinan biparêzin”

Newroz Esad nîqaşên di kargehê de çêbûne wiha anî ziman: “Nîqaşên ku di forumê de pêk hatin gelek dagirtî bûn. Di nîqaşan de ji bo zîhniyeta mêr bê guhertin nîqaş hatin kirin. Her wiha çawa wekhevî têkeve navbera her du zayendan ew hat nîqaşkirin. Divê di navbera her du zayendan de tundî tunebe. Divê em hişmendiya zilam a desthilatdar biguherînin û têkoşîna wê bidin. Di heman demê de aliyê ol hat bidestgirtin ku em çawa dewlemendtir bikin ku di aliyê ol de mafên jin, parastin û li pêşiya jinan sekinandin nebe. Adet û teqalîdên civakê hin gavan dide sekinandin, ji bo wê me nîqaş kir ku em perwerdeyên fikrî û zîhnî bidin civaka xwe. Me mijara qetilkirina jinan girt dest ku em zagonek ji bo vê mijarê derxin. Endamên ku di vê kargehê de derkeve em ê her derê belav bikin û di nava civakê de aktîf bikin. Em dixwazin van birayaran di nava civakê de bidin qebûlkirin, ev yek jî kar dixwaze. Em hêvî ne bi riya vê kargehê re parastina mafên jin û şoreşa xwe bikin.”

“Foruma şoreşa jin serkeftina jinan diyar dike”

Endama Meclisa Edaleta Jin Gulîzar Brahîm der barê kargehê de nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ev du roj in foruma şoreşa jinan tê lidarxistin, di roja du ya formê de me 4 rûniştandina kargehê pêk anî. Di kargehê de mijarên mîna hiqûq û zagona jin hat bidestgirtin. 26 madeyên li ser jin bi îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye erêkirin. Li ser 26 madeyên jinan ku hatibû erêkirin, me di kargehê de nîqaş kir ku em li ser van madeyan parastina mafên jinan jî lê zêde bikin ku nîqaşê wê berfireh hatiye kirin. Her wiha astengiyên ku çêdibin çi ne hatiye nîqaşkirin. Me pêşniyara beşdarvanan girt û encama wê parve kir. Em dikarin bêjin ku di forumê de meşa me ya şoreşa 10 salan hat bidestgirtin û encama wê jî bi tevlibûna jinan diyar dibe. Hemû pêkhateyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê xebatê bûn. Hemû jinên ku beşdar bûn bi awayekî azad nêrîna xwe dan. Em ê zagonên ku derketine li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin. Em hemû jin li ku derê bin yekitiya xwe ava bikin. Gelek jinên Rojhilata Navîn jî li ser zoomê beşdarî forumê bûn û herî zêde bala wan zagona jinan kişandiye. Dema tifaq pêk tê em dixwazin fikrên jinan tevan bikin yek. Hêviya min ew e ku tundî û qetlîama li ser jinan bên sekinandin. Foruma Şoreşa Jinan serkeftina jinan nîşan dide.”