Shaqaig Dehghan mehkûmê cezayê girtîgehê hat kirin

Lîstikvana navdar a sînema û televîzyona Îranê Shaqaig Dehghan ji ber ku li dijî hicaba ferzkirî derket, mehkûmê 10 roj cezayê girtîgehê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Parêzerê nivîskar û lîstikvana navdar a sînema û televîzyona Îranê Shagaig Dehghan Kaveh Rad, 6’ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku 10 roj cezayê girtîgehê li muwekîlê wê hatiye birîn û wiha nivîsand: “Muwekîla min Shagaig Dehghan bi hinceta “Bê hîcab derketina kolanê” mehkûme 10 roj cezayê girtîgehê hat kirin. Dadgeha Ceza ya Edliyeya Erşed a Tehranê cezayê girtîgehê bi  milyon û 500 hezar tumenî re guherand.”

Di 9 mehên dawî de û piştî şoreşa "Jin jiyan Azadî" ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, gelek hunermend, lîstikvan û aktîvîstan dijberiya xwe ya li dijî hicaba mecbûrî ragihandin û bê hicaba ferzkirî derketin qadên giştî.”