Fîlîz Budak: Ji îro pêve jî dê sekna me berxwedan be

Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Fîlîz Budak diyar kir ku, di encama berxwedana li wargeha Mexmûrê de diyar bû ku gel bi hêza parastina xwe cewherî dikare gelek tiştan pêk bîne.

Mexmûr - Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê ve hewl da derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kûleyan dorpêç bike. Ji roja destpêkê heya roja dawî ango roja 16’an penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyan û 16 rojan bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de bûn. Di wan 16 rojan de ji aliyê komîteya dîplomasî û Meclisa Gel a Mexmûrê ve gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk hatin. Di encama van hevdîtinan de lihevkirin çêbû bû leşkerên Iraqê ji derdora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anî. Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a wargeha Mexmûrê Filîz Budak têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

‘Divê êrişên DAIŞ’ê neyê jibîrkirin’

Fîlîz Budak diyar kir ku hewldanên hikumeta Iraqê yên ji bo dorpêçkirina wargeha Mexmûrê ji sala 2021’ê ve di rojevê de ne û got: “Bi hevdîtinên ku me bi hikumeta Iraqê re dikirin, hevdîtinên ku wan dixwestin em biçin bibînin û daxwazên ku wan bi cih dianîn car caran bi awayê nivîskî pêşkêşî me kirin, gotin ku ew ê derdora wargehê dorpêç bikin. Digotin em ê kûleyên leşkerî daynin, em ê bi têlên rêsayî dorpêç bikin. Di van pêvajoyan de ji 2021’ê heta niha her dem wek gelê wargehê li hemberî van helwestan nerazîbûnên xwe me dan nîşan da. Ya din jî em ne kesên xeternak in, em ne kesên metirsîdar in, em 20 sal in li ser vê xakê dijîn bi tu şêweyî pirsgirêkên me derneketine. Gelê Iraqê giştî wek şêweyê jiyanê heta niha sekna me û li vê derê jiyana me bi tu şêweyî metirsiyek ji bo hikumeta Iraqê pêk neaniye. Li ser wê tu egerê ku hûn hewl didin derdora me dorpêç bikin nîn e. Wext hatiye me ev ax parastiye, wext hatiye me di ber vê axê de şehîd dane. Pêvajoya 2014’an pir baş tê zanîn leşkerên wan ax terk kirin û me axa Iraqê parast. Ji aliyê pêşmerge û leşkerên Iraqê ve hat terikandin ên ku li vê derê man bergiriya şerê DAIŞ’ê û dagirkeriyê kirin em bûn gelê wargeha Mexmûrê bû.”

‘Rola PDK’ê di vê pêvajoyê de ji rola dewleta Tirk  xirabtir e’

Fîlîz Budak destnîşan kir ku heya niha tu pirsgirêk di navbera wan û hikumeta Iraqê de derneketiye ji ber wê yekê diyar dibe ku destê hinek hêzên din di nava de heye û got: “20-25 sal in em li ser vê axê dijîn heta dem hatiye hikumeta Iraqê ji bo vî gelî xizmet jî kiriye û bi xwe jî destûr daye em li ser vê axê rûnin wek penaber em jiyana xwe li vir berdewam bikin. Bi NY’yê re têkiliyên ku wan dane avakirin demdirêj xizmet jî ji bo vê wargehê hatiye kirin. Heta 2014’an rewş wisa bu, tu pirsgirêkek me derneketibû holê. Bêguman ev dibû cihê pirsê, wek civak em diketin gumanê, çima hikumeta Iraqê di nava hewldaneke bi vî şêweyî de ye. Di encamê de derket holê ku dewlet Tirk û PDK di nava hewldanek de ne ku bi destên Iraqê ev yek bidin pêkanîn. Bi destên Iraqê derdora wargehê dorpêç bikin. Wargehê bixin bin kontrola xwe, kiryarên xwe yên ku îxaneta mala Barzanî dike û dijminatiya dewleta Tirk bi destên Iraqê xwestin li ser wargehê bidin pêkanîn. Li pişt perdeya vî karî ev herdu hêz cih digrin hêzeke dagirkerê Kurdistanê ye, hêzek jî ji dagirker xirabtir e, di navxweyî de hewl dide vê tevgerê hilweşîne, hewl dide Kurdbûnê ji hev bixe, gelê Kurd ji hev dûr bike û bi tu şêweyî neyên gel hev. Ji ber wê rola PDK’ê xirabtir e ji rola dewleta Tirk di vê pêvajoyê de.”

‘Iraq dema bi NY re rûnişt berbirsiyartiya wargehê girt ser xwe’

Fîlîz Budak, diyar kir ku piştî gelê wargeha Mexmûrê ket ferqê ku ev hewldanên dorpêçê yên hikumeta Iraqê di rastiya xwe de daxwazên qirêj ên dewleta Tirk in, hewl da bi diyalogan pirsgirêkên heyî çareser bikin û wiha berdewam kir: “Gelê wargeha Mexmûrê got ku bila hikumet were rûnê em pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin, çawa ku di nava 25 salan de bi hemû şêweyî me bi hev re danûstandinê, bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser kirine ji îro û pêve jî em dikarin vî rêbazî bi kar bînin. Ji ber ku em ji hev ne qut in, daîmî têkiliyên me di aliyê dîplomatîk de hene. Li vê derê parastina me ji wan tê xwestin, pêwîstiyên me yên jiyanê ji wan tên xwestin. Ji ber di resmiyetê de hikumeta Iraqê bi NY’ê re dema rûnişt ser maseyê, berpirsyariya vê wargehê girt ser xwe. Di aliyê pêşwazîkirina pêwîstiyên civakî de, di aliyê parastina wê de, di aliyê nasnameya wek îqameyên ku salane, sê salane tê derxistin. Ev hemû bi NY’ê re hatine nîqaşkirin û qebûlkirin. Ji ber wê di roja îro de ketine nava hewldanek wisa ya hikumeta Iraqê, di civakê de şoqek da avakirin. Dema piştperdeya vê derdikeve holê êdî civak dizane ev yek wek PDK mala Barzanî, wek dewleta Tirk xwest vî bide pêkanîn. Piştî ev plan derket holê civak jî ket ferqa vê, em bi hikumetê re li hev bikin çima em bihêlin dijmin destên xwe xwe bike navê û navbera me xira bike.”

Hevdîtinên herî dawî

Fîlîz Budak da diyarkirin ku ji ber zexta dewleta Tirk a li ser hikumeta Iraqê pir zêde bû ew jî di nav tevliheviyan de bûn û wiha berdewam kir: “Ji ber ku bi rastî jî di hevdîtinên hatin kirin de hinek jî hikumetê em êşandin, sozên ku didan pêk neanîna wan, gotinên ku dikirin li pişt wan gotinan nerawestiyan, diyar bû ji derve zextek zêde li ser wan hebû.” Fîlîz Budak der barê hevdîtina dawî ya bi Iraqê re jî wiha got: “Di 16 rojên berxwedanê de jî her dem em li ber geriyan ku bikaribin bi hikumeta Iraqê re rûnin û li hev bikin. Hevdîtina herî dawî ya li Bexdayê jî hat pêkanîn, li ser vî esasî bû. Li ser esasê ku wê li jêrê wargehê hinek cihên xwe çêbikin lê ne di sînorê wargehê de bi qasî ku hat diyarkirin ji wan re, ji wargehê ku li derdora cihê xwe yên leşkerî ku cihê wan ê leşkerî di berê de li wir bûn. Wê li hev bikin û em ê jî konên xwe yên çalakiyê rakin. Em ê careke din bi hev re bi awayek xweşbînî heta ku hêzên xêrnexwaz destên xwe ji nav bikişînin bi awayekî wisa bi hev re bijîn.”

‘Ger mijar rûmeta wargehê be tiştek nayê naskirin’

Fîlîz Budak, bi bîr xist ku hikumeta Iraqê deriyê xwe ji wan re vekiriye lê dema mijar bibe rûmeta gelê wargeha Mexmûrê ew tu kesî nas nakin û got: “Careke din beramberî zagonên hikumeta Iraqê bi tu şêweyî heta niha wek wargeh derketinek wî çênebûye, wek wargeh zirardayînek çênebûye. Lê ger mijar bibe azadî, rûmet û îradeya wargehê, wê demê tiştek nayê naskirin. Erê mêvanperwerî kirine, em li ser xaka wan dijîn lê dema mijar bibe teslîmgirtin, dorpêçkirin û emelên cuda yên ku dixwaze li ser wargehê bide pêkanîn berxwedana wargehê bi awayek vekirî derket holê. Bi awayek vekirî got sînorê te ev e tu derbas nakî. Pêwîst bike em ê serê xwe hildin biçin lê em dorpêçkirinek bi şêweyê kesên xeternak hûn nêzî me dibin, ku hûn dixwazin rûmeta me bişkînin qebûl nakin. Ji ber ku me van nêzîkatiyan qebûl nekirin em ji Bakurê Kurdistanê derketin, ji 7 wargehên Başûrê Kurdistanê em penaber bûn. Ji îro û pê de jî sekna me ev e, em ê qebûl nekin kes xwe daxilê navxweyiya me, pergala me bike. Em ê qebûl nekin kes îradeya me teslîm bigre, ev kî dibe bila bibe. Hikumet dibe, dewleta ku em li ser axa wê dijîn dibe û kî dibe bila bibe.”

Li şûna ku erkên xwe pêk bîne êrîş kir

Fîlîz Budak erk û berpirsyariyên hikumeta Iraqê yên li hemberî wargeha Mexmûrê anî ziman û got: “Em dixwazin bi awayekî mafên xweparastinê, ji ber ku di asta cîhanî de mafê penaberan heye. Dewleta ku tu li ser axa wê dijî berpirsyariyên wê li hemberî te hene. Berpirsyariyên hikumeta Iraqê li hemberî me hene, pêwîstiyên jiyanê pêşwazî kirin, pêwîstiyên me yên ku di aliyê civakî de, pêwîstiyên şaredarî, xizmetguzariya ji bo wargehê bike. Li cihê ku li ser vê bisekine, li aliyê din dewleta Tirkiyeyê bi awayekî her wekî êrişî cihek leşkerî bike bi balafirên bê mirov êrişî wargehê dike, li vir komkujiya pêktîne. Li ser vê yekê divê hikumeta Iraqê erk û berpirsyartiyên xwe pêk bîne. Tişta ku hikumeta Iraqê bike ev e. Ne ew e ku bê derdora me têl bike, dorpêç bike. Qada hewayî ya Iraqê ji dewleta Tirk re girtin erka Iraqê ye, erka koalîsyonê ye.”

‘Dayik zarok û ciwanan mohra xwe li vê çalakiyê dan’

Budak bal kişand ser berxwedana topyekûn a li wargeha Mexmûrê hatiye meşandin û wiha got: “Dayik, zarok û ciwanan mohra xwe li vê çalakiyê dan. Roja yekem a berxwedanê bi serdegirtina ciwanan nebûya wê li ber deriyê malên me kûleyên leşkerî hatibûna danîn, wê derdora me bi têlan bihatana dorpêçkirin. Ji ber wê Rêbertî dema dibêje ‘me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bixin’ û dema dibêje ‘hêza motor a civakê, hêza xwepêşandan û aktîf a civakê ciwan in’ ev yek di şexsê ciwanên Mexmûrê de bi awayek vekirî derket holê. Zarokên ku li penaberiyê ji dayik bûne û mezin bûne lê bi temamî bi çandek welatparêzî, rihê şoreşgerî, rihê Aoyî û rihê tevgera azadî mezin bûn bû ku hêla li pêşberî artêşekî bi kevirê xwe rawestin. Li hemberî artêşekê bi îrade û bedena xwe bisekinin, gav bi hikumeta Iraqê paşve bidin avêtin. Wekî din dayikên me, zarokên me yên 4-5 salî di bin wan konan de bi govendên xwe, bi stranên xwe, kesên temenê mezin bi şevên dengbêjiyê reng dan vê çalakiyê. Dayikên me yên ku li malên xwe xwarinê çêdikirin, dibirin cihê konan û 24 saetan li wir diman, reng dan çalakiyê û herk es di nava seferberiyê de bû.”

‘Wê têkoşîn û berxwedan berdewam bike’

Fîlîz Budak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bila kes hêvî neke ku wê wargeha Mexmûrê ji berxwedana xwe gav paşve biavêje û wiha bi dawî kir: “Êrîş çi dibin bila bibin, asta êrîşan çi dibe bila bibe di çarçoveya xweparastina cewherî de wê Mexmûr li ber xwe bide, têkoşîna xwe berdewam bike. Heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, heta azadiya fizîkê ya Rêber APO neyê bidestxistin. Heta şert û mercên vegera Bakur sererast nebin di çarçoveya ku daxwazên gel ên li vir de wê bi tu şêweyî ev berxwedan raneweste, wê bi tu şêweyî gav paş ve neyê avêtin. Jixwe dema ev pergal hat jiyanîkirin jî têkoşîna herî mezin ji bo avakirina pergalê tê dayîn.”