Shadi Amiri û hevjinê wê Ali Fathi ku ji bo îfadeyê gazî wan kirin hatin girtin

Li Îranê çalakvan Shadi Amiri û hevjinê wê Ali Fathi dema ku ji bo îfadeyê gazî wan kirin, di derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn û nayê zanîn ku herdû havjîn birine kuderê.

Navenda Nûçeyan- Hikumeta Îranê binçavkirin, girtin û zextên darazadinê yên li beramberî çalakvanan berdewam dikin. Çalakvan Shadi Amiri û hevjînê wê Alî Fatihî dûh ji bo kar û barê îfadeyê gazî edliyê hat kirin û li wê derê hatin girtin. Hat zanîn ku beriya demekê bi kefaleta li beramberî 400 milyon tumenê Îranê hatibû berdan. Herçendî ku Shadi Amiri pareyê kefaletê razandibû jî dûh hat girtin.  

Ji derveyî sedemê girtina çalakvan Shadi Amiri û hevjinê wê Alî Fathi, piştî girtinê nayê zanîn ku birine kuderê.