Nobeta Edaletê di roja 678’an de ye: Di 17’ê Çileyê de emê li Meletî bin

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 678’an de dom dike û ev parvekirin kir: “Ew edaleta ku hatî rawestandin, emê şûnde vegerînin” û banga dadgeha ku di 17’ê Çileyê de li Malatya were kirin, kirin.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 678’ an de didome.

Malbata Şenyaşar ji ber dawiya heftê îro edliye girtî ye, çalakiya nobeta edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Hemû kes bêedaletiyê ku ev çar sal in li me tê kirin, dişopîne. Her kesê ku tu menfaetê wan bi îktîdara siyasî re nîne xwedî li doza me derket. Doza me EDALET e. Em ê edaleta ku hatiye sekinandin, bi hev re bînin. Ji bo edaletê em ê di 17’ê Çileyê de li Meletiyê bin.”