Seyareya ku karkerên jin ên çandiniyê tê de bûn, qeza kir

Li Rihayê seyareya ku karkerên jin ên çandiniyê tê de bûn qulibî û di encama qezayê de 2 karker jiyana xwe jidest dan û 17 karker jî birîndar bûn.

Riha – Seyareya karkerên jin ên çandiniyê ku karkeran ji taxa Muratli ya bi ser navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve dibir li taxa Buyuk Bogaziye, bi encama kontrola dîreksiyonê ya ajoker qelibî.

Ji cihê bûyerê re tîmên tenduristiyê hatin sewq kirin. Li gorî tespîtên ewil ên tîmên tenduristiyê, ji karkeran Furkan Kalemlî (15) û Hasret Kuş (20) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. 

Birîndaran, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê.