Li Misirê jinan bang li bijîşkan kir ku pîvanên xwe yên pîşeyî binpê nekin

Li Misirê bi xebata li dijî sinetkirina jinan hat lidarxistin, bandorên neyînî yên di xebatên tên meşandin de, nîqaş hatin kirin. Jinan balkişandin ku sinet herî zêde ji aliyê bijîşkan ve tê kirin û bang li endamên tenduristiyê kirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre – Sineta jinan ku li welaten Rojhilata Navîn li ser bi milyonan jinan tê kirin, li Misirê dibe sedema nîqaşên girîng û têkoşîn pê re tê kirin. Li Misirê jinan vê mijarê careke din nîqaş kirin û xwestin dawî li vê yekê were. Jinên ku di warê xebatên xwe de pispor in û li dijî sinetê têdikoşin, li paytext Qahîreyê di lûtkeya "Antî FGM" de hatin cem hev, tercubeyên xwe parve kirin, rêbazên têkoşînê jî nîqaş kirin û li riyên çareseriyê geriyan. Dema di lûtkeyê de ji bo jinan li dijî sinetkirinê atmosfer hat afirandin, bal hat kişandin ser girîngiya hevgirtinê jî.

Jinan civîna xwe di 21’ê Tîrmehê de bi dirûşma “Anti FGM SUMMIT” (Female genital mutilation) “Ji bo Tenduristiya Pêşerojê” li dar xistin. Rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, rêxistinên femînîst û rewşenbîran diyar kirin ku ji bo rakirina sinetkirina jinan û têkoşînê divê xebat bên zêdekirin. Civîn bi hevkariya Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xwendekarên Bijîjkî û UNICEF’ê û bi tevlibûna Weqfa Pêşvebirinê ya Misirê pêk hat.

Bang li bijîşkan hat kirin

Randa Fakhreddîn got ku plana hevdîtina li dijî sinetê di meha Hezîranê de hatibû kirin lê ji ber astengiyên li pêşiya wan hatibû taloqkirin û di meha Tîrmehê de hevdîtinê pêk anîne. Randa Fakhreddîn, diyar kir ku divê kesên di warê tibî de dixebitin û bi taybetî jî bijîşk rola xwe ya di têkoşîna li dijî sinetkirina jinan de fêm bikin û bi vê hestiyariyê nêz bibin, bi bîr xist ku ev pêkanîn bi giranî ji aliyê bijîşkan ve tê kirin û bang kir ku dawî li vê pêkanînê bînin.

Randa Fakhreddîn anî ziman ku yek ji xebatên Navenda Lêkolînên Zayenda Civakî ew e ku ji xwendekarên bijîjkî re FGM’ê vedibêje û hestiyariya di warê bijîjkî de teşwîq bike, destnîşan kir ku ji sala 2010'an û vir ve bernameya "Li Dijî Sinetê Bijîşk" berdewam dike û nifşên siberojê yên bi tendurist dikare ji aliyê endamên tenduristiyê ve bên misogerkirin. Randa Fakhreddîn diyar kir ku divê êdî navê doktorên Misrî bi vî sûcî neyê bihîstin. Randa Fakhreddîn da zanîn ku ji sedî 82 emeliyatên sinetkirinê ji aliyê bijîşkan ve tên kirin, ev yek gelek xemgîn e û diyar kir ku bijîşkên sinetkirine pêk tînin, pîşeyên xwe sabote dikin û divê tenduristiya jinan û prensîbên pîşeyî binpê nekin.

Xwendekarên tibê jî der barê sinetkirina jinan de hişyar bûne

Seroka Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xwendekarên Bijîşk ên Misrê Menna Yasser, diyar kir ku ew komeleyeke ku ji çar aliyên Misrê xwendekaran digihîjînin hev û li dijî sinetkirina jinan bi awayekî aktîf xebatên xwe dimeşînin. Menna Yasser, da zanîn ku di nava komeleya wan de têkoşîna li dijî sinetkirina jinan niha dest pê kiriye, bi dehan sal in têkoşîn tê meşandin, bi qasî malbatan ji sinetkerina jinan dûr xistin, girîng e ku were fêmkirin ku ev sûc e û pêkhatina xebatên hişyarkirine hê di pêvajoyên xwendekariyê de pêwîstiyek e.

Endamên tenduristiyê xwedî roleke girîng in

Xwendekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Ayn Şemsê Shanda Tarik jî diyar kir ku ev salek e li ser projeya ku ji bo qedexekirina sunetkirinê dimeşînen, dixebitin. Shanda Tarik da zanîn ku di bidawîkirina sunetkirina jinan de rolek mezin dikeve ser endamên tenduristiyê û bal kişand ku divê bi taybetî ji bo xwendekarên tibê der barê xeteriyên suneta jinan de perwer de bê dayîn û divê di waneyên dibistanê de were diyar kirin ku ew tawan e û ziyanê dide tenduristiya giştî bi taybetî ji bo jinan. Shanda Tarik, da zanîn ku di van demên dawî de li ser mijarê lêkolînek hatiye kirin û derketiye holê ku hê piraniya xwendekarên tibê haya wan ji vê yekê nîn e û ne xwedî ew hişmendî ne ku sepanêk bi vî awayî bînin. Her wiha Shanda Tarik, agahî parve kir ku Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xwendekarên Bijîşkî yên li Misirê ji bo xwendekaran li ser pêşxistina tenduristiya gel civînên beşdariyê li dar dixe.