‘Serhildana Qamişlo çirûska avakirina wekheviya gelan e’

Rêvberiya Xweser a Kantona Cizîrê li ser serhildana Qamişlo ya beriya 20 salan daxuyanî da û got: “Yekîtiya gelên herêmê bingeha têkoşîna serhildanê ye.”

Hesekê- Rêvberiya Xweser a kantona Cizîrê daxuyanî derbarê serhildana Qamişlo di sala 2004’an de pêk hat di bin dirûşmeya “Emê bi wekheviya gelan hemû komployan têk bibin” da. Daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan ji endam û rêveberên saziya civaka Sivîl û partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li ber çarxereya Nisir a taxa Ezîziyê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Mekteba Jin a Meclisa Malbatê Şehîdan Rewan Şêxo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :

” Serhildana Qamişlo çirûska ku ji Qamişlo des pê kir, li dijî siyaset û hişmendiya netew-dewlet bû. Wê demê rêjîma Baas hewl da ku fitne di navbera pêkhateyên herêmê derxîne bi taybet gelê Kurd û Ereb . Lê ev siyaset bû sedema sereke ya aloziyê. Ji wê çirûskê ve heya roja îro têkoşîn û berxwedaniyek bê hempa tê meşandin da ku li ser xaka xwe her kes xwedî maf û hebûn be. Serhildana Qamişlo rê li ber avakirina sîstema Rêvberiya Xweser vekir ku ev sîstem hemû pêkhate hembêz dike û hebûna wan diparêze . Em vê serhildanê pîroz dibînin. Deskeftiyên pîroz yên vê şoreşê ku bi ked û têkoşîna wekheviya gelan hatiye bidestxistin bingeha xwe ji serhildana Qamişlo digre.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “ Bijî berxwedan, Şehîd namirin” bi dawî bû.