533 malbatên koçber wê vegerin warên xwe

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku wê di nava vê hefteyê de 533 malbatên koçber ji kampên li Herêma Kurdistanê vegerin cih û warên xwe.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas Cîhangir di daxuyaniyek de ragihand ku hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo vegerandina koçberên li kampên Herêma Kurdistanê ji bo cih û warên wan berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku amadekarî hatine kirin wê di nava vê hefteyê de 533 malbatên koçber ên li kampên Herêma Kurdistanê vegerin cih û warên xwe. 343 malbatên din jî li kampên Hesen Şam û Xazir ên li parêzgeha Hewlêrê dixwazin vegerin  cih û warên xwe.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku  ji bo vegerandina 71 malbatên din ên li kampa Keberto ya li parêzgeha Dihokê amadekarî hatine kirin, dema navên xwe tomar kirin wê ew jî bi awayekî xwebexşane vegerin ser cih û warên xwe.

Di daxuyaniyê de hat eşekerekirin ku li kampa Tazedê ya li navçeya Kelarê jî 119 malbatên koçber ji bo vegerin warê xwe navê xwe tomar kirine.