Serhildana li Rojhilat û Îranê di roja 26’emîn de ye
Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku tevî balafirên şer û êrîşên dijwar berxwedana xwe didomînin, li gelek bajaran agir pêxistin, rê li trafîkê girtin û li ser dîwaran nivîs nivisîn. Der barê hejmara kuştî û birîndarên şeva borî hê tu agahî nehat girtin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li welat dest pê kir, didome. Serhildana giştî ya welat a li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ket roja xwe ya 26’an, şeva borî li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakî hebûn. Tevî tedbîrên ewlekarî yên tund, hebûna balafirên şer û êrîşên rejîmê jî çalakvanan berxwedaneke bêhempa nîşan dan.
Agir hatin pêxistin, rê li trafîkê girtin
Li Mahabad, Saqiz, Kirmaşan, Dehgolan, Merîwan, Bane, Bukan û bajarên din, serhildêran daketin kolanan û li dijî hikûmetê dirûşme berz kirin, agir pêxistin, rê girtin û ji bo serhildana xwe bidomînin li ser dîwaran dirûşme nivîsandin. Çavkaniyan piştrast kirin ku balafirên şer li esmanê Kirmaşanê jî digerin. Li gorî şahidên vê bajarê, balafirên şer ji bo rêgirtina belavbûna serhildanê çend car nizm firiyanê û panîk avakirine. Lê belê çalakgeran çalakiya xwe bê navber domandin.
Kesên birîndar li mal tên dermankirin
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, kesên birîndar ji bo ji aliyê hêzên dewletê ve neyên girtin, li mal tên dermankirin. Ji ber qutbûn û derengketina înternetê hê der barê hejmara kesên şeva borî hatine kuştîn û birîndar bûne tune agahî nîne. Her wiha li gelek bajarên Îranê yên wekî Sîstan-Belûcistan, Îsfehan, Varamîn, Foladşehr, Yezdanşar, Tahran, Kazrûn, Meşhed, Qum, Tebrîz, Akbatan, Şîraz, Qezwîn, Arak, Hormozgan, Bandar Abbas, Ehwaz, Morodeşt û bajarên din, serhildan berdewam kir.
Êrîşên li ser baregehên Basîj berdewam kir
Tê gotin li gelek bajaran gel ji pencereyan diruşme davêjin û piştgirî didin xwepêşanderên kolanan. Her wiha ajokaran gelek caran bi lêdana kornayên xwe hêzên leşkerî tirsandin. Êrîşa li ser baregehên Basîj berdewam kir û hejmarek hêzên Basîj hatin serxistin. Înternet hat qutkirin an jî rastî qutbûnek cidî hat, ji ber vê serhildêran nikarin vîdyo û wêneyên xwe li ser medyaya dîjîtal parve bikin.