Jinên Mexrîbî piştgirî dan jinên Rojhilat û Îranê
Jinên Mexrîbî bi armanca ragihandina hevgirtina xwe ya bi jinên Îranê re, kampanyayek hevgirtinê dan destpêkirin. Jinan bi qûsandina porên xwe piştgirî dan jinên serhildêr ên li Rojhilat û Îranê.

Mexrîb – Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan, didome. Jinên Mexrîbî jî bi armanca piştgirî dayîna jinên li Rojhilat û Îranê kampanyayek hevgirtinê dan destpêkirin.
Bîst û sê kesên Mexrîbî yên ku di nav wan de hunermend, nivîskar, derhênerên fîlman, aktorên civaka sivîl, çalakvanên siyasî û rojnamevan jî hene, porên xwe qusandin û dîmenên xwe bi klîpekî weşandin.
Peyama jinên Mexrîbê di roja xwe ya neteweyî de
Çalakiya ku di 10’ê cotmehê de bi wesîleya Cejna Netewî ya Jinên Mexrîbê hat lidarxistin bi dirûşma “Ji bo mafên nîvê civakê bila porê me kurt bibe” hat parvekirin. Jinên Mexrîbê bi gotina “Ji bo Jina Mahsa Emînî, Meryem û yên din” di vîdyoya ku weşandin de diyar kirin ku ew cîhanek ji her cure tundiyê dûr, dixwazin. Jinan piştî peyamên ku di vîdyoyên xwe de didin, bi strana “Çav Bella” ya bi Farisî porê xwe dibirin.
Piştgiriya bi sernavê "Mafên Me"
Wekî din, komek jinên Mexrîbî bi hashtaga " حقنا؛ " "Mafên me" piştgirîya xwe ji kampanyayê re parve kirin.