Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 118’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, 118 roj in didome. Li dijî vê serhildanê binçavkirin, girtin û zextên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan - Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 118’emîn de didome. Kesên ku beşdarî serhildana dibin, tên girtin û yên tên girtin jî bi cezayên girtîgehê yan jî darvekirinê re rû bi rû dimînin. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî jin, kesên ku cihê xwe di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de digrin, bi sûcdariyên bêbingeh binçav dike, digre û mehkûmê cezayên girtîgeh û darvekirinê dike. Rûxmê sepanên hikumeta Îranê gel kolanan naterikîne, daxwazên xwe yên azadiyê diqîre.

Leila Mansur mehkûmê salek cezayê girtîgehê û cezayên din hat kirin, Mahsa Ferhatî mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hat kirin, Fatemeh Harbî li girtîgeha tê ragirtin ji ber greva birçîbûnê enfeksiyona rovî derbas kir û her wiha Atefeh Youssey heta dawiya dozê bi awayekî demkî bi kefaletê hat berdan.

Cezayê girtîgehê li Leila Mansur hat birîn

Çalakvana mafên jinan Leila Mensûr a ku di çalakiyên 16’ê Mijdarê yên serhildana seranserê welêt de hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Êvînê hatibû kirin, ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve mehkûmê salek cezayê girtîgehê, 50 qamçiyan, 2 sal qedexeya derketina derveyî welat hat kirin. Her wiha ji bilî qedexeya îqametkirina li eyaleta Tahranê, du salan qedexekirina endambûna partî û komên civakî û siyasî hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakvana mafên jinan di 26’ê Kanûnê de heta dawiya dozê bi awayekî demkî bi kefalet hatibû berdan.

Mahsa Ferhatî mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hat kirin

Mahsa Ferhadî ya 21 salî ya ji bajarê Sinê ye û li Tahranê dijî, ji aliyê Şaxa 2’an ya Dadgeha Şoreşê ya Şehriarê ve bi îdiayên “bikar ne anîna hicabê” û “bi armanca xirakirina ewlehiya neteweyî kombûn û lihevkirina veşartî” mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hat kirin.

Mahsa Ferhadî piştî ku ji ber bikar ne anîna hicaba ferzkirî dev ji karê xwe berda, di 15'ê Mijdara 2022'an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi îşkenceyê hat binçavkirin. Malbata Mahsa piştî şopandina du rojan hîn dibe hatiye girtin û sewqî girtîgeha Karçakê hatiye kirin.

Fatemeh Harbî li girtîgehê ji ber greva birçîbûnê enfeksiyona rovî derbas kir

Fatemeh Harbî ya 39 salî ya ji Karajê ku di xwepêşandanê dawî de hatibû girtin, piştî greva birçîbûnê enfeksiyona rovî derbas kir. Fatemeh, ji ber li dijî ferzkirina hîcabê derketibû di 12’ê Cotmehê de dema ku bê hîcab derketibû derve hatibû girtin.

Fatemeh Harbî ji ber tevlibûna xwepêşandanên gel û ji ber derxistina hicaba xwe hat girtin, sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin û mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin.

Atefeh Youssey bi awayekî demkî bi kefaletê hat berdan

Perwerdekara dekoratîfa kek û şîraniyan û hemwelatiya bajarê Ehwazê Atefeh Mahmasî ku 6’ê Kanûna ve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, heta dawiya dozê bi awayekî demkî bi kefaletê hat berdan.

Atefeh, beriya demek ji bo şermezarkirina nediyarbûna doza xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî xirabûna rewşa xwe ya tenduristî sewqî klînîka Girtîgeha Sepîdar a Ehwazê hatibû kirin.