Der barê Şebnem Korur Fîncanci de biryara tehliye hat dayîn

Li Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn û hate berdan.

Navenda Nûçeyan - Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci 3’yemîn danişîna doza Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin û gelek kes beşdarî dozê bû. 

Şebnem korur bi polara li ser amblema TBBheye tevlî dadgehê bû, kesê ku ji bo pişgiriyê tevlî dozê  bûn bi gotina “em hatine te bibin” bang kirin. Daxwaza serokê dadgehê û parezerê wezirê parastinê hate redkirin. Danişîna dozgerê mutalaaya xwe ya di celseya berê de eşkere kiribû dûbare kir û xwest ku Şebnem Korur Fîncanci ji ber îdiaya ku tê darizandin bê cezakirin.

‘TTB çima di hedefê de ye’

Şandeya dadagehê diyar kir ku dê danişînê bi dawî bike û gotina dawî ji Fîncanci pirsî. Fîncanci da diyarkirin ku esas armanç dadgehkirina TTB’yê û sedemê darizandinê bi wan gotina rêz kir: “TTB çima tê armançkirin ji ber ku me gotûbû ji bo xizmetkirina tendûrustî di zimanê dayikê de wekhevî, me gotûbû çar pênç deqeyan de kes nayê dermankirin û ji ber ku me got hun nikarin bi vê şêwazê bigihêjin  tenduristiyê. Ji ber ku me got bila kes nemire û em li hemberî krîza ekolojîk derketin. Ez hîn jî mirina mehsiya sor ya li Îkîzdereyê ji bîr nakim. Ji bo parastina wê ez li vê welatê me.”

Piştî axaftinên Fîncanci, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî û got ku darizandina Fîncanci ya bi awayekî girtî neheqî ye. Turkdogan diyar kir ku tu bingeha hiqûqî ya tawanbariyên li Fîncanci tên kirin, biryara girtinê û daxwaza cezakirina herî giran nîne. Bi domdarî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Gelo ma dozgerên komarê qet merek nakin bê ka li ser sînor çi diqewime? Nabe ku parastvanên mafên mirovan ji ber bangawaziyên xwe bên darizandin.”

Biryara tehliye

 Dadgehê jî ji bo eşkerekirina biryara xwe saetek navber da. Piştî navberê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hefsê da Fîncanci û tehliye kir.