Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 105’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di roja 105’emîn de didome. Li dijî vê serhildanê binçavkirin, girtin û zextên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 105’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê çalakvanên jin ên ku ji bo piştgirî kirina serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bênavber çalakiyên cur be cur pêktînin, bi sûcdariyên bêbingeh binçav dike, digre û mehkûmê cezayên girtîgeh, qamçî û pereyan dike.

Lîstikvan Lîlî Rashidî wêneyekî bê hicab weşand: Ez ê ji bo xwe biaxivim

Lîstikvana Îranî Lîlî Rashidî ji bo piştgirîkirina serhildana gel û strana Taran a Elîdoostî li ser hesaba xwe ya Instagramê wêneyek bê hicab belav kir û wiha nivîsand: “Ez ê ji bo xwe biaxivim.”

Her wiha di bin nivîsa Instagramê de hashtagên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Taranh Alidoosti” bikar anî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku lîstikvana navdar a Îranê Taranh Alidoosti piştî piştgirîdayî serhildana gel û belavkirina wêneya wê ya ku pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” hilgirtibû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Cezayê pere li Naghmeh Fattahî Dehnavî hat birîn

Li gorî rapora hat belavkirin, Naghmeh Fattahî Dehnavî ji aliyê şaxê 2’an ya dadgeha şoreşa Zahedanê ve bi 60 milyon riyalê hat cezakirin. Li gorî heman raporê, Naghmeh Fattahî Dehnavî ya ji bajarê Zahedanê, di 15’ê Kanûna 2022’an de ji ber beşdarbûna xwepêşandanên gel, ji aliyê Îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve li bajarê Zahedanê hat girtin.

Cezayê girtîgehê li Aîda Portaghî û Setara Rîgî hat birîn

Xwendekara Zanîngeha Zahedanê Aîda Portaghî ya 21 salî û Setara Rîgî ya 17 salî ya Belûcî, ji aliyê Şaxê 2’an ya Dadgeha Şoreşê ya Zahedanê ve mehkûmê cezayê girtîgeh, qamçî û cezayê pere hatin kirin.

Xwendekara zanîngeha Zahedanê Aida Portaghi a 21 salî ku di 15’ê Mijdarê de li xwepêşandanên seranserî yên li bajarê Zahedanê hatibû binçavkirin, ji aliyê Şaxê 2’an ya Dadgeha Şoreşê ya Zahedanê ve bi sûcê “Xerabkirina pergala kamûyê û tevlîbûna civînên derhiqûqî” mehkûmê 9 meh cezayê girtîgehê û 60 qamçiyan hat kirin.

Her wiha Setara Rîgî ya 17 salî ku di 15’ê Kanûnê de li xwepêşandanên seranserî yên li bajarê Zahedanê hatibû binçavkirin, ji aliyê Şaxê 2’an ya Dadgeha Şoreşê ya Zahedanê ve bi sûcê “Xerabkirina pergala kamûyê û tevlîbûna civînên derhiqûqî” û bi sûcdariya derbarê xwepêşandanên yasayî yên Îranê de meşandina lêkolîna zanistî li ser yasa û rêzikên heyî, mehkûmê bi 2.5 milyon Tûmenî hat kirin.

Ji Sepideh Salarvand re cezayê girtîgehê hate dayîn

Nivîskar, çalakvana mafên zarokan û lêkolînera civakî Sepideh Salarvand a di xwepêşandanên Tehranê de ji aliyê Şaxa 26’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve bi sûcê “Bi armanca li dijî ewlehiya welat sûc pêkanîn civîn û lihevkirina veşartî” du salan cezayê girtîgehê û du salan qedexeya derketina derveyî welat lê hat birîn.

Sepideh Selarvand 3’ê Cotmeha 2022’an di xwepêşandanên seranserê Îranê de hat girtin, sewqî Girtîgeha Evînê hat kirin û di 17’ê Cotmehê de ji bo demkî bi kefalet hatibû berdan.