‘Em ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikevin sala 2023’an’

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed kar û xebatên rêxistina jinan ên salek nirxand û got ku ew ê bi rihê têkoşînê û dirûşma jin jiyan azadî bikevin sala 2023’an bibin û sekna xwe ya dîrokî li hemberî hemû dijminan misoger bikin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Rêxistina Kongra Star a bi 12 komîteyên li ser bingehê 9 rehendên Netewa Demokratîk kar û xebatên xwe dimeşîne, di sala 2022’an de jî ji bo parastina Şoreşa Jinê ya li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pêk hat xwebatên xwe domand. Bi derbasbûna sala 2023’an Kongra Star xebateke têr û tijî di hemû qadên jiyan, civak, têkoşîn û siyasetê de li pey xwe hişt. Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed kar û xebatên rêxistina jinan ên salekî nirxand.

Li dijî êrişên faşîzmê jin li berxwe dan

Remziye Mihemed der barê têkoşîna jinan a di 2022’an de hat meşandin û erîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha tekoşîna jinan a li hemberî dagirkeriyê axivî û diyar kir ku li hemberî erîşên dagirkerî û kiryarên qirêj jinan bi awayek xurt bersiv dane dewleta Tirk. Remziye Mihemed wiha got; “Xebatên me yên sala 2022’an bi civîna xebatên salê dest pê kir, di nirxandinên civîna salekê de gelek plansazî me dan pêşiya xwe û piraniya wan hatin pêkanîn. Me ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê dest pê kir heya 4’ê Nîsanê bi beşdariya hemû komîteyên ku xwedî rol û misyon bûn û rengê jinan dan têkoşîna 8’ê Adarê.”

Ji bo guhertina hişmendiyê perwerde hat dayîn

Remziye Mihemed destnîşan kir ku di nav salê de yek ji xebatên sereke ya Kongra Star daye meşandin perwerde ye û xebatên xwe yên perwerdehiyê wiha nirxand: “Di roja me ya îro de ji bo xebatên bilindkirina têkoşîna jinan a li dijî tundiyê, guhertina hişmendiya mêr ji bo me gavek sereke bû. Ji siyaset tundî û kiryarên dagirkeriyê herî zêde jin êş û azaran dikşînin. ji bo vê mêrên civaka me jî pêwîst e tundiya ku li ser jinan tê kirin bizanibin û bibînin û li hemberî wan erîşan ew jî têbikoşin. Dema zanistek di vî alî de çêdibe her kes tê asta naskrin û fêmkirina heqîqetê”

‘Pêşniyarên jinan esas tên girtin’

Remziye Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hemleyên ji aliyê rêxistina jinan ve hatine meşandin û destnîşan kir ku tevahî rêxistinên jinan ên heremê di 25’ê mijdarê de di bin sîwana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de platform li dar xistine û wiha rêz kir: “Di platformê de rêzeçalakiyên li hemberî tundiyê, bilindkirina zanistê û bilindkirina têkoşînê hatin lidarxistin nêrîn û pêşniyarên jinan esas hatin girtin. Jinan nasnameyeke xwe ya rast di vê şoreşê de girt û kir mîrasê tevahî jinan, her wiha di asta siyasî û rêxistinî de jî rola xwe baş mayinde kirin.”

Bi gotina “Ger em wek jin di jiyanê de xwe neparêzin em ê nikaribin destkeftiyên şoreşa xwe jî biparêzin” Remziye Mihemed balê kişand li ser girîngî û parastina şoreşê û derbarê jinên pêşeng ên ku bi êrişên faşîzmê ya mêr-dewletê re jiyana xwe ji dest dan wiha got: “Pêşengên me yên ku di dawiya vê salê de bi hedefgirtina dagirkeran gihîştin asta şehadetê weke rêheval Hediya Ebdullah, Çîçek Harûnî, Jiyan Tolhildan û Zeyneb Saroxan her dem li hemberî dijminên jinan li ber xwe dan û mohra xwe li dîroka qehremaniya jinan xistin. Gelê me jî îsbat kir ku li hemberî hemû cureyên êrîşan bi axa xwe ve girêdayî ne. Em ê bi vî ruhî derbasî sala nû bibin û sekna xwe ya dîrokî li hemberî hemû dijminan nîşan bidin.”

‘Em dixwazin di asta cîhanî de hevgirtina jinan were çêkirin

Remziye Mihemed xebatên Rêxistinên Jinan ên giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û got ku xebatên rexistina jinan ên giştî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hevgirtinek mezin di navbera jinan de daye avakirin. Remziye Mihemed wiha pêl da gotinên xwe: “Têkoşîna jinan di aliyê bersivdayina êrîş û dagirkeriya li ser herêmê de hatin meşandin hevgirtî bû. Siyasetên ku di aliyê siyasî, aborî û civakî de li ser me hatin meşandin rêxistinên jinan ji wan re bûn bersiv. Xebatên Kongra Star li derve jî di asteke xurt de hatin meşandin û gihîştin lûtkeyeke ku tevahî cîhan bi baldarî bişopîne û jê sûd bigre. Dîplomasiya me xwe gihandiye gelek welatan û rêxistinên jinan der barê gelek însiyatîfên jinan de hatin destpêkirin û hevgirtina jinên cîhanî jî bi Kongra Star re xurt kir. Însiyatîfa me ya li dijî dagirkeriyê û însiyatîfa nû ya ji bo azadiya Rêber Apo hemû rêxistinên jinan tê de beşdar bûn.”

Konferansên jinan

Remziye Mihemed îşaret bi konferansên jinan ên cîhanê kişand, got ku di van konferansan de rolekê girîng a Kongra Star hebû û wiha got: “Her wiha konferansên ku li welatên weke Tûnis hatin lidarxistin di aliyê cihgirtina wê de û komxebata wê roleke girîng a Kongra Star hebû. Her wiha kongra cîhanî ya li Berlînê hat lidarxistin tevgera jinan Kongra Star cih tê de girt û ew misyona jinan girtiye ser milên xwe hat xuyakirin. Li aliyê din nûnerên me yên li Lubnanê û Başûrê Kurdistanê bi bilindkirina çalakiyên piştgirtiya jinên Rojavayê Kurdistanê di nava tevgerê de bûn. Siyasetên li hemberî rêxistinbûna jinan di nav planan de ne û dixwazin derbeyê li şoreşa me bixin. Şoreşa me xwedî bandoreke mezin bû. Di serhildanên jinan û di şexsê Jîna Emînî de serhildana Rojhilatê Kurdistanê em weke şoreşa jinan pênase dikin. Dirûşma “Jin jiyan azadî” bi rastî jî şoreşek di nav hemû jinan de da çêkirin û felsefeyeke jiyana nû ji bo jinan pejirand.”

Xebatên komîteyên Kongra Star ên 2022’an

Remziye Mihemed bal kişand ser xebatên Komîteya Kongra Star ên di sala 2022’an de xwe di nava civakê de dide avakirin û bi 12 komîteyên ku xwe li ser 9 Rehendên Neteweya Demokratîk bi rêxistin dike, diyar kir ku ev 9 rehend ji bo hebûn û azadiya jinan pêwîstiyek pir mezin e. Remziye Mihemed wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di asta konferansên ku îsal hatin lidarxistin de tevahî jinan nirxandin û nêrînên xwe parve kirin, astengî û pirsgirêkên ku di civakê de rastî me tên me hemû nîqaş kirin. Li ser asta kampên koçberan wekî Meclisa Kongra Star di wir de hatin birêxistinkirin û bi pirsgirêkên ku rastî jinan tên re eleqedar in.  Di aliyê Komîteya Perwerdeyê de bi hezaran dewreyên perwerdeyê ji jinan re hatin vekirin. Em ji rêveberiyê bigre heya jinên civakê, bi rengekî ku em bikaribin ji veguherînên heyî re bibin bersiv xebitîn. Her wiha di aliyê Komîteya Tenduristiyê de alternatîfa xwezayî hate pêşxistin ku em bikaribin li hember şer û çekên ku li ser me tên bikaranîn xwe biparêzin. Di vê mijarê de gelek perwerdeyên tenduristiyê ji jinan re hatin dayîn. Di aliyê aborî de ji bo em xebatên xwe weke jin bi pêş bixin gelek kooperatîfên çandiniyê, sewaldariyê û karên cuda hatin pêşxistin, jin tê de dixebitin û bi xwe ji berhemên wê sûd digrin. Her wiha em berhemên çandinî û axa xwe ji civakê bi giştî re pêşkêş dikin. Planên me hene em di sala li pêş de bi kesên di nava civaka xwe re kooperatîfan vebikin û sûdên wê jî ji wan mirovan re bihêlin.”

Xebatên çandî û ekolojîk

Remziye Mihemed behsa xebatên komîteya çand, ekoloji, ragihandin û parastina cewherî kir û got ku ji ber erîşên li ser çand û dîroka civakê komîteya çandê ya girêdayî kongra star jî bi hîlala zêrîn re projeya parastin û danasîna çanda gelan di heremê de dane destpêkirin û wiha lê zêde kir: “Mebesta me hemû pêkhateyên li herêmê dijîn, ew eku di aliyê pênasekirina çanda xwe de xwedî zanîn bin. Ji bo wê me ev erka pîroz daye ser milên xwe da ku em çanda gelên herêmê bigihîjînin hev û ji hemû cureyên êrîşan biparêzin. Rehên dîrokî yên van pêkhateyan em digihîjînin hev û parve dikin. Her wiha dixwazin van parvekirina bi riya komîteya me ya ragihandinê re fireh bikin û bidin nasîn ji bo wê planên me hene. Komîteya me ya Ekolojiyê ji bo parastina jîngehê xebateke mezin dide meşandin. Di vî warî de me gelek pêngavên çandiyê û paqijkirina bajar û kolanan daye destpêkirin. Ev pêngav ji bo civaka me pêwîstiyek e. Ji ber şerê tê meşandin bandoreke neyînî li ser jîngehê jî dike û xwezaya me zirareke mezin dibîne. Em çiqas bikaribin di aliyê ekolojîk de xwe bi pêş bixin ewqas dikarin şaristaniya herêmê bi rengekî xweşik biparêzin. Komîteya me ya Parastina Cewherî ji destpêka şoreşê ve barekî giran daye ser milên xwe,  rast e hêzên me yên parastinê hene lê parastina me ya cewherî roleke girîng dilîze di aliyê aramiya tax, bajar û kolanan de û heya niha erkên xwe didomîne.”

‘Xebatên me li hemberî dagirkeriyê  wê hîn xurt bin’

Remziye Mihemed  bi hêviyên bilindkirina asta têkoşîna jinan û azadiyeke mayinde wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hebûna ku ji tunebûnê hatiye avakirin bi xebatên xwe yên salekê xwe da diyarkirin. Em bi çi armancê derbasî 2023’an bibin wê xebatên me jî hîn zêdetir birêxistinkirî bin. Bila xebatên me yên sala li pêş li hemberî tecrîd, dagirkerî û tundiyê hîn bêhtir xurt bin. Em ê ji bo şoreşa jinan û Rêber Apo têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” derbasî sala 2023’an bibin ku di vê der barê de em xwe bigihîjînin azadiya jinan û civakê.”