Save The Children: Hejmara zarokên koçber ên gihîştine Yewnanistanê çar qat zêde bûye

Hat ragihandin ku di şeş mehên destpêka salê de, hejmara koçberên zarokên ku gihîştine Yewnanistanê çar qat zêde bûye û bû 6 hezr û 400.

Navenda Nûçeyan- Save The Children bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava şeş mehên destpêka salê de zêdeyî 6 hezar û 400 zarokên koçber gihîştine Yewnanistanê, ev hejmar li gorî dema 2023’an çar qat zêde bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji van kesan piranî zêdeyî 5 hezar û 580’an di ser giravên deryaya Ege re hatine, 830 jî bi riya bejayî sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê derbas kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji çar zarokan yek jê ji aliyê ‘malbatê yan jî vasiyê zagonî’ ve refaqatî ji wan re nayê kirin û ev hejmar li gorî hejmara 2023’an sê qat zêdetir e. Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku rewşa zarokan zehmetir e û di navendên binçavkirinan de kesek ku alîkariya zarokan bike nîn e.

Dîrektorê Ewropayê Save The Children Willy Bergogne bal kişand ku zarokên diçin Yewnanistanê muameleya zarokan li wan nakin, banga ji bo parastina wan û başkirina şertên wan ên jiyanê li welat kir. Dîrektor banga ku Derya Spî ji bo ji goristanek ji bo zarokan derbikeve derbasbûna bi ewle pêk bînin kir.