Li Koyê ji bo berhemên destan pêşangehek taybet hate vekirin

Li bajarokê Koye yê girêdayî bajarê Hewlêrê pêşangeha berhemên destên jinan hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên dest, xwarin û aksesuarên cil û bergên Kurdî hatin pêşandan.

Koye- Duh li baxçeyê Rîhane yê bajarokê Koye yê bajarê Hewlêrê, Rêxistina Oskar ji bo pêşxistina hêza jinan, ji bo jin bikaribin berhemên xwe bidin nasîn û firotin pêşangehek taybet a berhemên destan vekir. Gelek jinên berhemdar, bi berhemên xwe beşdar bûn, xwarin û kel û pelên hunerî û aksesuraên cil û bergên Kurdî hatin pêşandan.

Ara Herdî ya beşdara herî biçûk a pêşangehê, der barê karê xwe de wiha got: “Temenê min 13 salî ye , ez dibistana navîn dixwînim. Min malpera bi navê ‘Ara Hand mayîd’ heye. Piraniya karê min li ser aksesuarên cilên Kurdî ye. Her wiha aksesuarên ku rojane jî tên bikaranîn çêdikim. Min salekê kar li ser şêwe û mijarên wê kir. Min hewl da bizanibim, çawa çêbikim û parçeyên eslî cuda bikim çawa tiştên kalîteya wan baş çêbikim kir.”

‘Dema dîzayna min tê hilbijartin ez gelek kêfxweş dibim’

Ara Herdî da zanîn ku dayika wê alîkara wê ya yekem e û niha jî bi riya malpera xwe ya medyaya dîjîtal înstagramê berhemên xwe dinasîne û difiroşe û wiha got: “Hinek caran bi riya pêşangehan ez berhemên xwe didim nasîn. Dixwazim karê xwe mezin bikim û berhemên min di cîhanê de werin nasîn ku jinek ciwan a Kurd bi rê ve dibe. Dema kesek dîzayna min dihilbijêre ez gelek kêfxweş dibim. Peyama min ji bo jinên ciwan ew e ku li pey kêrhatiyên xwe biçin.”

‘Em hewl didin hêza jinan nîşan bidin’

Seroka Rêxistina Oskar ku rêxistinek serbixwe ya jinan li Koye Ronak Selehedîn der barê pêşangehê de wiha got: “Me bi vê pêşangehê hewl da hêza jinan nîşan bidin û jin bikarin berhemên xwe yên karên dest bidin nasîn û firotin. Di vê pêşangehê de gelek berhemên cur be cur û xwarinên kurdewarî jî hene. Ji ber niha werza havînê ye dema pêşangehê 4 saet e lê belê di werzên din de ji sibehê heta êvarê bû. Em amade ne li her cihê xizmetê ji bo jinan bikin.”

‘Armanca me xizmeta ji bo jinan e’

Berpirsa projeya rêxistina Oskar Semîre Yasîn der barê karê xwe de wiha got: “Rêxistina Oskar di sala 2016’an de hatiye avakirin û nêzî 300 endamên wê hene û armanca me xizmetkirina ji bo jinên li herêmê ne. Ji bo wê em her dem pêşangehan li dar dixin û beşdarî festîvalan dibin û endamên xwe dibin geştê, dewreyên perwerde û semîneran didin. Karê me karê xwebexşaneye û armanca me xizmetkirina ji bo jina ne. Ji ber wê gelek caran em geşta ji derveyî Koye li dardixn û li welatên din digerin. Jin bi van geştan kêfxweş û aram dibin. Heta niha cihekî taybet ji bo me bi xwe nîn e, ev ji bo me pirsgirêk e, armanca me ew e ku cihek me yê taybet hebe û em çalakiyên zêdetir û berfirehtir encam bidin.” 

https://youtu.be/PEpM-IK-Uig