Sarah El-Najjar bi çîroka xwe îlhamê dide

Sarah El-Najjar jineke astengdara çav e. Ew, bêkarî û betal mayîne red kir û li pey xeyal û armancên meşiya.

NAGHAM KARACA

Xeza- Sarah El-Najjar jineke astengdara çav e. Sarah El-Najjar a ku civak wê weke “normal” qebûl nake, gelek qaliban red kir. Sarah El-Najjar a ku li pey xeyal û armancên xwe meşiya, di 26 saliya xwe de dev ji têkoşînê bernade.

Sarah El-Najjar a dibêje; “Ez yên ku li cihên xwe diseknin û li benda sempatiya kesên din in nînim. Li dijî qelsbûnê li ber xwe da, 11 salan li dibistanên dewletê xwend û tu kes astengbûyina çavên min hîs nekir. Ez bi rêjeyek ji sedî 96 gihîştim bêkêmasiya xwe ya akademîk” da zanîn ku tê piştevanî kirin û bi avaniya xizmên xwe di xwe de hêz dît ku berdewam bike. Sarah El-Najjar a diyar kir rojê nêzî 12 saetan ders dixebite, di qada rojnamegerî û medyayê mezûna lîsans e.

‘Modelek nû dikare bê avakirin’

Sarah El-Najjar a ku dixwaze jin û zarokên keç ên astengdarê çav in bên piştgirî kirin, di nêrîna modelek nû dikare bê avakirine de ye. Sarah El-Najjar wiha axivî: "Li hemberê kesên pêwîstiyên taybet binpêkirin hene. Divê berpirsyartiya me li gel wan biseknin hebe. Ji ber vê min xebata radyoyê dikir. Min ji bo werêktî kirina wan çîrokên jêhatî an jî serkeftinê li ser mîkrofonan vegot." Sarah El-Najjar a diyar kir di qada radyoyê de bûye pirpor, da zanîn ku dê ji bo jinên astengdara çav xebat meşandine bidomîne.

'Dev ji têkoşînê bernedin'

Sarah El-Najjar da zanîn ku ferdên astengdarê çav di nava civakê de tên biçûkxistin û kêm ditîn û wiha got: “Min gelek kampanyayên parêzvaniyê li dar xist û vegotina çîroka xwe ya serkeftinê hilbijart. Bivî awayî bila hemû kes bizane ku em ne astengarek in, tijî enerjî ne.” Sarah El-Najjar balkişand ku divê ji bo zêdekirina berxwedana jinên xwedî pêwîstiyên taybet û pêşxistina qabiliyeta ku ji ber astengiyên xwe bêdeng manê bên piştevanî kirin û xwest rewş çi dibe bila bibe jin dev ji têkoşînê bernedin.