121 kesên hatin binçavkirin hatin berdan

121 kesên di meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk li herêma Kurdistana Federe li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî endamên HPG'ê tevî hemû astengiyan li Taksîmê bi meşekê hate şermezarkirin.

Polîsan bi dijwarî êrîşî çalakiya gel kirin û di van êrîşan de 121 kes hatin binçavkirin. Ji 47 kesên hatin binçavkirin birin Kagithaneyê, yên din jî birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Cadeya Vatanê ye. Piştî ku kirariyên kesên hatin binçavkirin xelas bûn, hat zanîn ku hatine berdan.