Salvegera damezrandina JIN TV’yê hat pîroz kirin

Xebatkarên JIN TV bi merasîmeke ku tê de rojnamevanên jin û gelek kes amade bûn heftemîn salvegera damezrandina xwe pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan-Xebatkarên JIN TV îro li bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke bi heybet ku tê de rojnamevanên jin û gelek kes amade bûn heftemîn salvegera damezrandina xwe pîroz kirin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Tewar Adil ku yek ji xebatkarên JIN TV ye, daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em 6 salin li Başûrê Kurdistanê weke JIN TV xebatên xwe dimeşînin. Ev berdewamiye bênavber ya xebatan bi ruhê jinên azad pêk hatiye û emê her tim li ser vê rêyê bimeşin.”

Paşê pasta li ser JIN TV hatî nivîsîn hate birîn. Her wiha gul û xelat pêşkêşî xebatkarên JIN TV kirin û ji aliyê beşdarvanan ve hatin pîrozkirin.

Di dawiya merasîma 7’emîn salvegera damezrandina kanala JIN TV de şirînî ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin û salveger bi şahî û govendê hate pîrozkirin.