Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê kir û got ku biryara mijara gotinê mafê esase û wê bibe destkeftiyeke girîng a ji bo hemû jinan.

Enqere-Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlametnera Amedê Halîde Turkoglûyê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnekê li meclisê kir. 

Di hinceta giştî ya pêşniyazê de hat diyarkirin ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja ku jin mafên xwe yên esas diqirine. Her wiha di pêşnûmeyê de hat diyar krin ku divê roja 8’ê Adarê bibe betlana fermî û biryara mijara gotinê  mafê esas e û wê bibe destkeftiyeke girîng ya ji bo hemû jinan.