“Salîha Aydenîz îradeya gel e”

Ayşe Acar Başaran diyar kir rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz darbeyek siyasî ye û wiha got: “Salîha Aydenîz îradeya gel e û dê îradebûna xwe bidomîne.”

Enqere- Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û rojeva jinan nirxand. Ayşe Acar Başaran a bi operasyona li dijî hevseroka wan a Mêrsînê dest bi axaftinê kir, wiha got: “Ev operasyonên dawî jî nîşan dide ku em çiqas mafdar in. Ji bilî zor û zextan tu tiştek di destê vê îktidarê de nemaye. Em dixwazin hevalên me tavilê bên berdan.” 

“Salîha Aydenîz ji ber ku jinek kurd e bi êrişan û gefan re rûbirû ma”

Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Ayedenîz da û wiha got: “Heke were bîra we, ewilî pêvajoyê bi kampanyeyek lîncê dest pê kir. Ewilî wezîrê karên sûcan Aydenîz hedef nîşan da û piştre jî li ser fermana Serokkomar ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz pêvajo hat destpêkirin. Em dizanin ku ev pêvajo li dijî jinan û siyaseta demokratîk darbeyek e. Ev darbeya li dijî vîna gelê kurd e. Em di wê ferqê de ne ku li ser fermana Serokê Giştî yê AKP’ê hatiye diyarkirin ku dê parêzbendiya Aydenîz rakin. Ji bo wan ew pêvajo temam bûbû lê bi awayek formalîte di komîsyon û Meclisê de nîqaş kirin. Li Tirkiyeyê parêzbendiya parlamenterên me tê rakirin. Ev li cîhanê nehatiye dîtin. Ev rêbazên xistine dewrê carek din wê bi ser nekevin û mehkûmî têkçûnê ne. Salîha Aydenîz ji ber ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê ye û jinek kurd e bi êrişan û gefan re rûbirû ma. Ew ê her tim vîna gel be û dê îradebûna xwe bidomîne.” 

“Tundiya li ser jinan jî her ku diçe zêdetir dibe”

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ji roja şer ji 24’ê Tîrmeha 2015’’an ve hatiye destpêkirin heta îro tê xwestin pirsgirêka kurd bi rêya şer û tundiyê were çareserkirin û ev yek bandorê li ser civakê û jinan dike. Ayşe Acar Başaran anî ziman ku bi zêdebûna şer re tundiya li ser jinan jî her ku diçe zêdetir dibe û ji sala 2015’an vir ve di encama êrişên zilaman de di sala 2015’an de herî kêm 303 jin, di 2016’an de 328 jin, di 2017’an de 409 jin, di 2018’an de 440 jin, di 2019’an de 474 jin, di 2020’an de 471 jin, di 2021’an 497 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. 

“Dê jin li her deverê gotina xwe bêjin”

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku di pêvajoyek ku tundî, kuştin û zextên li ser jinan zêde dibin îktidarê û daraza wê Peymana Stenbolê betal kirin û ew destnîşan dikin ku dê dest ji Peymana Stenbolê bernedin û tevî hemû astengî, qedexe û bend û qeydan jî dê jin li her deverê gotina xwe bêjin. 

“Em dizanin îktidar bi kî re dimeşe”

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ew baş dizanin ên ku Peymana Stenbolê betal kirine bi kî re dimeşin û got: “Em dizanin ku ev îktidar li kêleka kî dimeşe. Mînaka vê ya dawî du hat belavkirin. Qeymqamiya Dêrikê ji bo tiryakê civînek li dar xistiye û xwedîgiravê dê têbikoşin. Lê kesek xwedîgiravî rûspî ye anîne civînê, ev kes di bîra Tirkiyeyê de ye. Ji bersûcên doza N.Ç. Şeyhdavut D., yanî bersûcê îstîsmarkirina keçek biçûk niha ji bo AKP’ê rûspî ye. Qaşo li dijî tiryakê têdikoşin lê kesê ku gazî wî kirine ka binêrin kî ye. Ev mînaka şênber e ji bo me ku em dizanin îktidar bi kî re dimeşe.” 

Qetlîma Zaxoyê 

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser Qetlîama Zaxoyê ya di 20’ê Tîrmehê de li seyrangeha gundê Perex ê Zaxoyê pêk hat û wiha got: “9 welatiyên sivîl ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin û qetilkirin. Ji 20 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Bi taybetî em ji yên canê xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Me gelek caran anî ziman û em dîsa tînin ziman, ev sûcê şer û li dijî mirovan pêk tê. Ji bo ev zelal bibe em ê têbikoşin. Îktidar qadên sivîlan bombebaran dike. Dixwazin payemak wiha bidin, hûn diçin ku biçin em ê li wir bin û em ê qadek nefesgirtinê ji bo we nehêlin. Em vê zîhniyetê ji Roboskî, Şengalê, Rojava û Mexmûrê nas dikin. Heta roja ku ev îktidar hesabê van qetlîaman bide em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.” 

Qetlîma Şengalê

Ayşe Acar Başaran bi rasthatina salvegera Qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hatibû de axivî û wiha got: “Wek hûn dizanin di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran jin û zarok dîl girt. Bi sed hezaran êzidî ji ber êrişan neçar ma ku koçber bibin. Armanca vê qetlîamê a sereke têkoşîna kurdan û jinan bû. Xwestin berxwedana bi rûmet a jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê dan tola wan ji Şengalê hildin. 8 sal di ser re derbas bû lê Şengal nehatiye jibîrkirin. Li Şengalê jin hê jî jiyan û siberoja xwe diparêzin. Mixabin mîna li Zaxoyê qetlîam pêk hat, êrişên tifaqa AKP-MHP’ê yên li dijî Şengalê jî berdewam dikin. Bênavber êriş li ser warê êzidiyan pêk tên. Em carek din destnîşan dikin ku bi xelkê Şengalê û jinên êzdî re ne. Em di salvegera 8’emîn qetlîamê de dixwazin ku 3’ê  Tebaxê wek ‘Roja Çalakiya Navnetewî ya li Dijî Qirkirina Jinan’ bê ragihandin.”