“Em ê vê zilma ku li girtîgehan tê jiyîn qebûl nekin”

Xizmên girtiyan ên li ber Edliya Amedê li hev civiyan, diyar kirin ku ew ê zilma li girtîgehan tê jiyîn qebûl nekin û daxwaza pêkanîna qanûnan kirin.

Amed - Nobeda Edaletê ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin, li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê dabûn destpêkirin di roja 254'emîn de berdewam kir. Încî Guler a ku xwîşka girtiyên nexweş Abdulselam Guler a ku axivî, diyar kir ku tevî Nobeta Edaletê ya didomînin jî, li girtîgehan zilm bi zêdebûne berdewam dike.

 “Ji ber Kurd in li girtigehê ne”

Încî Guler anî ziman ku divê girtiyên nexweş bi şertê kontrola edlî bê jî bên berdan û wiha axivî: “Îro di qanûnên wan de îdam tune jî lê sepanên ji îdamê xêrabtir li wan ferz dikin. Yek bi yek li ber çavê raya giştî tê îdam kirin. Em vê zilmê qebûl nakîn û nekin jî. Em dixwazin qanûnên xwe bên bicîh kirin Zarokên me ji ber Kurd in li girtigehê tên ragirtin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.