Ruksen Mihemed: Bila êrîşên li ser sembolên şehîdan bên cezakirin

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed, êrîşên li Hesekê yên li dijî wêne û sembolên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şermezar kir û bang li rêveberiya Sûriyeyê û saziyên têkildar kir ku sûcdaran bên ceza kirin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed, der barê provokasyonên li parêzgeha Hesekê û êrîşên li ser poster û wêneyên şervanên jin û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyeke nivîskî da. Ruksen Mihemed, êrîşên li ser sembolên gelê Kurd û jinan şermezar kir û got: " Em tekez dikin ku êrîşkirina li ser sembolên şehîdan, êrîşkirin e li ser her jinekê ku ji bo azadî û mafên xwe yên rewa têkoşiyaye. Ev sûcekî exlaqî û neteweyî ye ku tu hincetek nikare wê rewa bike.”

Ruksen Mihemed, di destpêka daxuyaniya xwe de êrîşên dawiyê yên li Hesekê şermezar kir û wiha pê de çû: “Di çarçoveya bûyerên dawî yên ku li parêzgeha Hesekê diqewimin de, komên derveyî qanûnê kiryarên xirab pêk anîn û êrîşî sembol û wêneyên şehîdên me kirin. Wêne hatin qetandin û destdirêjî li wan hat kirin. Ev kiryarên bêexlaqî êrîş li dijî bîranîn û hestên me, û binpêkirina nirxên mirovî û neteweyî ne ku şehîdên me bi fedakariyên xwe yên mezin nîşan dane.”

‘Şehîdên me sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne’

Ruksen Mihemed, tekez kir ku ev sûcekî exlaqî û neteweyî ye ku tu hincetek nikare wê rewa bike û banga cezakirina sûcdaran kir: “Şehîdên me sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne. Wan canê xwe ji bo parastina axê, dadmendiyê û wekheviya di navbera zayendan de feda kirine. Fedakariyên wan dê her tim di bîranîna gelê me de bijîn. Em tekez dikin ku êrîşkirina li ser sembolên şehîdan, êrîşkirin e li ser her jinekê ku ji bo azadî û mafên xwe yên rewa têkoşiyaye. Ji ber vê yekê, em bang li Hikûmeta Sûriyê, bi taybetî li Parêzgeriya Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêmê, dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin, sûcdarên van êrîşan ceza bikin û gavên pêwîst bavêjin da ku rê li ber dubarebûna van kiryaran bê girtin.”

‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina azadiyên jinan û mîrateya şehîdan bidomînin’

Ruksen Mihemed, diyar kir ku cezakirina kiryarên êrîşan dê cidiyeta pêvajoya entegrasyonê nîşan bide û tekez kir ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo parastina maf, rûmet û azadiyên jinan û parastina mîrateya şehîdan bidomînin: "Em diyar dikin ku ev êrîş dê me ji berdewamkirina têkoşîna xwe û parastina maf, rûmet û azadiya jinê, û parastina mîras û fedakariyên şehîdên me, paşve nexin.”