Rûkeniya şervanan peyama serkeftinê ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di warê xwe yê mirovî de bi ser ketiye. Rûkeniya şervanan a bi dayik û zarokan re peyameke wisa veşartî dide ku bêguman wê teqez rojekê teror biqede, aramî dê li her deverê serwer bibe û dê serkeftin mîsoger be.
SORGUL ŞÊXO
Şervanên ku di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de pir girîngiyê didin aliyê wê yê mirovî, dema jinek li cihê besmatan sanciyên zayinê dikişand wê rakirin nexweşxaneyê. Bi destên zarokan girtin ber bi dayikên wan ve birin her wiha ji kesên temenê wan mezin re bûbûn gopal ruxmî xetera wan jinan jî yên ku di vê operasyonê de hişyar bû, bi ser ket wijdan û pîvanên exlaqî yê van rêhevalan bû. Rûkeniya her şervanek peyamek bû.
Ne tiştekî nû ye ku şervanên agir û rojê yên li ser axa Mezopotamyayê ewqas êş, azar, birîn û şer dîtine hê jî dilê wan lê dide û wijdanê wan di her kêliyê de şiyar e. Kurd bi hîskirin û hezkirina xwe li cîhanê tên naskirin. Gotina ku li ser zimanê her kesê/î ye ev e: Ji ber ku Kurd pir atifî ne bi ser nakevin. Dixwazin ku Kurd jî wekî wan gur bin li mirovan bixin û xwîna wan vexwin û xwe li ser comcomeyên mirovan bidin avakirin. Gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di bin sîwana neteweya demokratîk de hatine cem hev, rihekî hevpar ku ji gelek netew, ol û nijadiyan ava kirine û bi wî rihî li dijî îxanetkar û dijminên xwe yên hundir û derve şerê hebûnê dikin.
Bi hişmendiya DAIŞ’ê li ser her kesê lixwekirina kincên reş ferz kirine
Her kes xeteriya Kampa Holê dizane, kesk ji rastiya ku li vir tê jiyîn ne dûr e. Her kes dizane li vir malbatên çeteyên DAIŞ'ê li kêleka penaber û koçberên Sûriyeyê hene. Rast e, em li vir dibêjin penaber, koçber û malbatên çeteyan lê pir zehmet e tu wan ji hev cuda bikî yan jî nas bikî. Hişmendiya radîkal xwe li vir li ser her kesê ferz kiriye. Ji zarokan bigre heya kesên temenê wan mezin li vir hemûyan jî reş li xwe kiriye lê kes nizane di bin wî kirasê de çi dibe çi nabe, ev gotina jinên ku di kampê de dijîn e. Cilê wan ê reş tarîtî û xeteriya ew birdoziya wan a DAIŞ’ê nîşan dide.
Amûrên ku pê bi hovîtî mirovan qetil kirine hatin dîtin
Li vê kampê jin û zarok li ser hişmendiya DAIŞ'ê ya tundrew hatine perwerdekirin û êdî pê bi bandor dibin an jî em rast bînin ziman pê bawer kirine. Gihîştinê wê astê ku jinên şane û çeteyên DAIŞ’ê jinên din ku difikirin ji riya DAIŞ'ê vediqetin tên qetilkirin, tên serjêkirin û paşê wan davêjin kanalîzasyona avê. Konên taybet ji bo dadgehkirina jinan û birîna cezayan li ser wan hatibûn vedan. Her wiha li gelek konan alavên wekî çakûç, qazme û gelek kêrên tûj ên ku pê serê mirovan jêdikirin ango wan qetil dikirin hatin dîtin. Li aliyekî din di konekî de gelek ben hebûn, diyar bû ku di wan konan de jinan xeniqandine paşê qetil kirine.
Gelek endamên hêzên ewlekariya hundirîn li kampê hatine qetilkirin
Gelek endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê kampê de jiyana xwe ji dest dane. Li hemberî hovîtî û xetera kesên di vê kampê de şervanên li ber vê tava tûj bi saetan disekinin û beşek ji wan lêgerîna di nava konan de, dixwazin aramiyê dîsa vegerînin dilê kesên ku destên wan di qetilkirina mirovan de tune ye. Şervanên jin û hemû kesên ku bi erka bicihanîna armancên qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, bi saetan li ber wê tava tûj disekinin û erkên xwe yên mirovî û ewlehiyê pêk tînin.
Di operasyona kampa Holê de wijdan û pîvanên exlaqî bi ser ketin
Hovîtiya DAIŞ'iyan nikare li hemberî mirovahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê û QSD'ê bi ser bikeve. Te çavên xwe li ku derê gerandibe te yê şervanek ku alîkariya van kesan dikin dîtibe. Şervanek bi destê dayikek digre û dimeşe. An jî alîkariyê didin dayikên ku barê wan giran bûye û zarokên wan di hembêza xwe a germ de rakirine. Ev şervan ne tenê barê dayikê rahiştine lê belê barê welatekî rakirine û di oxira wê de hazir in ku canê xwe jî bidin. Wijdan û pîvanên exlaqî di vê operasyonê de li pêş in.
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di warê xwe yê mirovî de bi ser ketiye beriya ku were ragihandin. Aliyê wê yê mirovî bi qasî ewlehiya wê girîng e û yek ji ya din ne kêmtir e. Rûkeniya şervanan a bi dayik û zarokan re peyameke wisa veşartî dida ku bêguman wê teqez rojekê teror biqede û aramî dê li her deverê serwer bibe.