Roja dûyemîn a 3. Konferansa Jinan a Cîhanê bi xebatên atolye destpê kir
Xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de didome. Jinên ku beşdarî konferansê bûne bi xebatên atolye pirsgirêkên ku jin ji ber krîz û aloziya heyî pê re rû bi rû dimînin nîqaş kirin.
NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI
Tunis - Çalakiyên roja duyemîn a 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li navenda çandî ya Mehmûd El-Mesûdî a li Tûnisê dest pê kir û rêze atolye û pêşangehek ji berhemên hin welatan, bi taybetî ji welatên Afrîqayî dihewîne û wê hin tabloyên hûnerî bên pêşandan.
Dê atolye li ser teşhîskirina rastiya jinan a li herêmê û bandora şeran a li ser wan nîqaş bê meşandin, her wiha wê ronahiyê bide ser meylên femînîst û girîngiya birêxistinkirina Roja Cîhanî ya Jinan ku her sal di 8’ê Adarê de li ser asta cîhanê tê pîrozkirin. Dê konferans balê bikişîne ser girîngiya yekkirina hewildanên jinan a ji bo rûbirûbûna krîza jîngehê û ronîkirina bandorên qeyranên aborî, siyasî û civakî ya li ser jinên li Kamerûn û çend welatên Afrîqî.
Atolye dê wiha bin: Atolyeya li ser jiyana di nava pergala mêtîngeriyê û civakên xwezayî de, atolyeya li ser karkerên jin ên li Tûnisê, atolyeya li ser jinên ciwan û keçên li cîhanê û ya din jî li ser jinên karker û sendîkaya karkeran a li ser asta gerdûnî ya li Tûnisê.
Her wiha atolyeyek li ser şer û bandora wê ya li ser jinê û weke çeka şer bikaranîna wê, dê bê lidarxistin. Atolyeyek li ser yekkirina xebatên jinan a ji bo rûbirûbûna krîza jîngehê, atolyeyek li ser lênerîna tenduristî û pêşîlêgirtina AIDS, atolyeyek li ser krîza aborî, civakî û siyasî li Kamerûn, atolyeyek li ser perspektîfek nû ya li ser rizgariya jina sosyalist an femînîst an oportunîst û atolyeyek li ser sosyolojiya azadiya jinê: Azadî, rêxistin û serxwebûnê, hene.
Her wiha atolyeyek li ser rewşa cîhanî ya wekheviya di navbera jin û mêran de û atolyeyek li ser jinên koçber û atolyeyek bi sernavê "Ji şerên emperyalîst re na, ji azadiyê re erê" jî hene.
"Rastiya jinên koçber trajîk e"
Di komxebata ku li ser rastiya jinên koçber ên ji Tûnis, Afrîqa, Tirkiye û Sûriyeyê tê nîqaşkirin de, komek jinên ji Fransa, Afrîqa û Tirkiyeyê beşdar bûn û krîza jinên koçber ên li cîhanê û sedemên wê ku wan motîve dike ku biryarên weha dijwar bidin, nîqaş kirin. Beşdaran bal kişand li ser vê yekê ku globalbûn sedema yekem e ku dihêle ku jin xwe bavêjin deryayê da ku ji rastiya trajîk birevin.
Beşdaran tekez kirin ku rastiya jinê li hemû deverên cîhanê gelekî zehmet bûye û pêwîstî bi rawestana femînîst a navneteweyî heye ji bo çareserkirina sedemên xirabûna rastiya jinan.
Beşdaran dan zanîn ku divê planên navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiya neqanûnî ya jinan û lêgerîna li sedemên ku wan teşwîq dike ku ji bo lêgerîna jiyanek çêtir rûbirûyê hemû xetereyan bibin, bên pêş xistin. Beşdaran destnîşan kirin ku şert û mercên dijwar ên aborî û civakî sedemên sereke yê vê yeke ne.
Beşdaran bal kişandin ser rewşa jinên koçber ên Sûriyê ya di bin siya şer de dijî û wiha gotin: “Pirsgirêka yekem siyaseta şaş a hikûmetê ye ku zirar daye rastiya jinan û bandor li rewşa wan kiriye.”
Beşdaran pêşniyar kirin ku di nav wan de komîteyek piçûk were avakirin da ku rastiya jinên koçber ên ji Tûnis, Afrîqa, Tirkiye û Sûriyê fam bikin.
Çalakvana femînîst a Tûnisî Minana Zeytûnî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku konferans derfetek e ji bo fêmkirina rastiya jinan û êş û azarên wan ên li hemû deverên cîhanê û wiha got: “Girîng e ku sedemên pirsgirêkan rave bikin da ku wan çareser bikin.”