Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Nûçegihanê MA'yê Ferhat Sezgîn û xebatkara Yenî Yaşamê Sema Korkmaz piştî karên îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Stenbol – 86 kesên ku li Esenyûrta Stenbolê di dema protestoyên li dijîx espa hilbijartinê ya li Wanê hatin binçavkirin, sewqî Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin kirin.

Ji kesên binçavkirî 73 kes piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan û nûçegihanê MA'yê Ferhat Sezgîn û xebatkara Yenî Yaşamê Sema Korkmaz jî di nav de 13 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ferhat Sezgîn û Sema Korkmaz piştî karên îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Kar û barên îfadeya 11 kesan jî didome.