Li Xelfetiyê hilbijartin wê jinûve bê kirin

Biryar hate dayîn ku li Xelfetî ya DEM Partiyê bi ferqekî 906 dengan re şaredarî bi dest xist, hilbijartin jinûve bên kirin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Xelfetî ya Rihayê bi ferqekî 906 dengan bi dest xistibû. Li ser îtîraza AKP’ê, biryar hate dayîn ku li Xelfetiyê hilbijartin jinûve bê lidarxistin.

AKP’ê dengên derusûlî û yên nederbasdar weke hincet nîşan da û di 2’yê Nîsanê de serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Piştî redkirina îtîrazê, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Lijneyê îtîraz qebûl kir û biryar da ku hilbijartin jinûve were lidarxistin.