Rojnamevanan kampanya “Nûçeyekî jî ji te” dan destpê kirin
DFG û MKGP’ê di derbarê girtina 26 rojnamevanan de daxuyanî dan dan diyar kiri ku kampanyaya “Nûçeyekî jî ji te” dan destpê kirin û gotin "Em ê vê zilmê bi hevre bişkînin."

Amed – Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) der barê girtina 9 rojnamevanên Kurd li ber deriyê DFG ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de panqerta wêneyê 25 rojnamevanên girtî li ser bû vekirin û dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bilind kirin. Di daxuyaniyê de Rojnamevan, medya û weqfa xebatên qanunên (MLSA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevserokên bajarê Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, rêxistina HDP’ê ya herêma Yenîşehrê û rêxistima civaka sivil bejdar amadebûn. Di daxuyaniyê de metna kurdî ji aliye Rêvebera MKGP’ê Roza Metîna û ya tirkî jî ji aliye Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ve hat xwendin.
‘Hunê nikarinbin seri bidin tewandin’
Dicle Muftuoglû bal kişand li ser di sibeha 29’ê Cotmeha 100 saliya Komarê de girtina 9 rojnamevanan û wiha got: “Eve ji bo we karnameya Komarê! Tenê di 5 mehên dawî de di encama oparsyonên ixtidara siyasî li dijî çapemeniya Kurdî 26 rojnamevan hatin girtin, hem ji malê ku girtîn heta girtîgehê rastî îşkenceyê hatin. Destê wan ters hatibûn kelemçekirin, dimenê bi zorê serîtewandina rojnamevanan ji aliyê emniyetê ve hatin weşandin û peyam dan yên mayîn. Em ew rojmamevanên li ser pişeya xwe, li pey nûçeyan, di rêya heqîqetê de me peyam girt û em dibêjin; Ya esas divê hun bitirsin, hunê nikarinbin bi zanîna cesaret seri bidin tewandin! Tirs ji mirinê re nabe, hunê teqez di rojekê de hesabê vê şermê serxwe bi tewinîn û bidin.”
‘Di hemû şertan de em hene, emê hebin’
Dicle Muftuoglû da zanîn ku gelek ixtidar hatin û çûn, di hedefa hemûyan de çapemeniya azad hebûn, binahiyên rojnamevanan hatin bombakirin, rojnamevan hatin qetilkirin, hatin girtin. Lê belê çapemeniya azad tu caran gav şunde neda û wiha dom kir: “Tam tersê wê li pey heqiqetê ketin û lîstokên qirêj yên ixtidarê deşifre kirin. digotin; ‘Hun duh dihatin kuştin îro jî hun tên girtin’ ixtadari me dixwast em ji vê halê xwe şukir bikin, em ji vir banga mamaostayên wan yên aqil dikin û dibêbij; ‘Ev hewildanên we vale ne, hun dibin bê edaletî û zilma xwe de mînin, aqubeta ixtadarên din çibû, wê ya we jî hîn xiratir be. Bila ev gotina civakê ji guhê were bibe guhar ‘Bila zilma te zêde bibe daku tu zu tune bibî!’ di hemû şertan de em hebûn, emê hebin û em li virin; ji xwe hunê biçin û hem jî di demek nêz de.”
‘Hewildanên we yên guherîna rojevenê wê pêkneyê’
Dicle Muftuoglu di berdewamiya daxuyaniyê bi bîrxist ku yên ku di gotin ‘Ev ne rojnameger in’ nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin. Yên ji bo îktidara we çepikan lê dixin qey rojnameger in? Pirs bikin û wiha berdewam kir: “Em ne ew rojnameger in ku hûn têxin xetekê û bêjin ‘çi hewce dike bike.’ Em ê tu carî jî wisa nebin. Hûn nikarin rêxistinên ku em endamên wan in û nûçeyên me, bi dosyayên ku we amade kirine, bi krîmînalîzekirin û terorîzekirinê re encamê bigirin. Dema gelê kurd û çapemeniya gelê kurd kîmyaya we xera dike, hûn dest diavêjin dosyayên berê û hûn ji refan dadixin. Hûn dibêjin qey hûn ê bi vî rengî rizgar bibin. Hewldana we ya ji bo guhertina rojevê jî bi encam nebe.”
‘Emê vê zilmê bi hevre bişkênin’
Banga me bang ji rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên xwe ji bedeldayînê paşve nadin û azadiya agahîgirtinê ya civakê diparêzin, dikin. Em ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanin; heke îro yên hedef tên girtin em bin, sibe dê hûn bin. Dibe ku sibe êdî gelek dereng be. Em dikarin vê zilmê bi hev re têk bibin. Tiştên ji me standin em dikarin li xwe vegerînin. Ev hêza me heye, bes em li ber xwe bidin û bi hev re bin.”
Banga piştgirya kampanyayê
Loma em dibêjin; Gotin qediya dora çalakiyê ye. Ji vir em dixwazin kampanyayekê ragihînin û dest pê bikin. Çapemeniya Kurd û bi taybet rojnaveaên Kurd yên ku di JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) kar dikin li ji rika yên êrîş dikin de bi nivîs û nûçeyên ku hûnê bişînin hûn dikarin li dijî kesên êrişî me dikin têkevin nava piştevaniyê. Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin kampanyaya ‘Nûçeyekê jî tu bişîne.’ Ewê nûçe û nivîsên we hêzê bide me, qeydên li lingê çapemeniyê geridayîne wê bişkên.”