Şêniyên Qamişlo û herema Firatê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Qamişlo û herêma Firatê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, şêniyên herema Firatê di çarçoveya çalakiyên xwe de peyam ji bo CPT`î şandin.

Kobanê/Qamişlo – Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ragihand ku di navbera 20-29’ê Îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêkaniye û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye. CPT`î piştî hevdîtinên, tu agahî der barê serdana xwe de pêşkêş nekirin. Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji pêkhateya Kurd û Ereb, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Ciwan, xwendekarên peymangeh û zanîngehê meşeke girseyî di bin silogana "Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwezin û tecrîdê şermezar dikin" li darxistin. Li Qamişlo jî li dijî ecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî lidarxistin.
Meşa girseyî bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berzkirina diruşmên ku berxwedana gireva Îmraliyê silav dikin, ji qada Jina Azad destpê kir û ber bi qada Aştî ve çû û rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî. Sara Xelîl bang li CPT`î kir ku rewşa Rêber Apo zelal bike, heger agahiyan nede ew jî di komployê de hevkar e.
Meş bi siloganên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.
Jinên ku beşdarî meşê bûn, bertekên xwe yên li hember tecrîda li gireva Îmraliyê anîn ziman.
‘Ji ber tengavbûna xwe, tecrîdê giran dikin’
Dicle Hesen bal kişand ser rewşa li gireva Îmraliyê û wiha got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em rojane di nava liv û tevgerê de ne. Meşa me ya îroj jî li ser heman bingehî ye. Dewleta tirk gelek tengav bûye, ji ber vê bê navber êrîşî gelê Kurd dike. Ev êrîş ji xelekên komployê ne, dewleta tirk jî dizane ku Rêber Apo xala herî hesas e li cem me. Ji lewra bi qasî ku asteng dibe, tecrîda li ser Rêber dike rojevê. Li gireva Îmraliyê tecrîd di nava tecrîdê de ye, dewleta tirk bi vê yekê re jî tevahî pîvan û mafê girtiyên siyasî binpê dike."
‘Çavkaniya jiyana me ye’
Her wiha Rûken Elî hestên xwe yên li hember rêber Abdullah Ocelan wiha bilêv kir: "Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye, em hêz, bawerî û hêviyên azadiyê ji bîrdoziya wî digirin. Ji ber vê em îro bi ji dil û can daketine qadan û em bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diqîrin. Bi taybet weke jin, ew ji bo me gelek cuda ye. Me bi saya wî dest bi meşa xwe ya ber bi azadiyê kir û em gihîştin vê astê. Ji bo vê erka me ya destpêkê têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û komplo vala derxistine. Li ser vê bingehê emê di jiyan, rêxistinbûn, kar û xebatên xwe de perespektîfên serokê xwe bikar bînin, da ku em armanca komplogeran vala derxin."
‘Em rewşa Rêberê xwe meraq dikin’
Endama HPC-Jin Mûna Silêman nêrîna xwe wiha bilêv kir: "Banga me ya sereke ji bo CPT`î ye, heta ku parêzer, malbat û bijîşkên Rêber Apo serdana Îmraliyê nekin û agahiyên di derbarê rewşa wî de parve nekin, emê ranewestin. Em meraq dikin û ev mafê me yê herî rewa ye, gelo Rêber Apo di çi şert û mercan de dijî, gelo tendirustî û rewşa wî çawa ye. Heta em van xelan nas nekin, emê heta dawiyê CPT`î û tevahî rêxistinên mafên mirovan şermezar bikin."
Qamişlo
Di meşa ku ji Çarexerêya Sonî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner dom kir de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bilind kirin. Jinên beşdarî meşê bûn bi daxwaza dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li saziyên mafên mirovan kirin ku erkê xwe pêk bînin.
‘Dewleta tirk ser hesabê qirkirina me xwenên xwe pêk tîne’
Piştî qeqeyek rêzgiritin li ser giyanê cangoriyên azadiyê, li ser navê Insiatîfa Gel, Hevseroka Meclisa Qamişlo Hûriye Şemdîn axivî û got; “ Dewleta tirk a dagirker dixwaze li ser hesabê qirkirina me, xewnên xwe yên avakirina imperatoriya Osmaniyan pêk tîne. Li ser herêmên Kurdistanê û bi taybet li çiyayên Kurdistanê hemû cûreyên teknîk û çekan bikar tîne û dixwaze aliyên din ên kurd wekî PDK tevlî lîstokên xwe yên qirêj dike.”
‘Tecrîda ser Rêber Apo û êrîşên ser herêmên me bi hev re girêdayî ne’
Hûriye Şemdîn bal kişand ser girêdana di navbera tecrîd û êrîşên ku ser herêmê tê qewimandin û got: “Tecrîda girankirî ya li ser serok apo û êrîşên ku li ser herêmên me tên qewimandin bi hev re girêdayî ne, ji ber ku ev hemû pilan yên heman aliyê ne û heman dewletên hegomonîk e. Tevî mudaxeleya bi sedan parfêzeran jî, dîsa daxwaza wan tê redkirin û tecrîd li ser girantir dibe.”
‘Li gorî prensîbên mafê mirovan derkevin’
Hûriye Şemdîn a destnîşan kir ku ew vê tecrîdê qebûl nakin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin wiha pêl da axaftina xwe; “Tu kes nikare me ji rêberê me qut bike, paradîgmaya ku Rêber Apo ji me re hêla, dikare hemû cûreyên êrîş û şer ser gel ê herêmên me birûxîne. Eger îro Kurd xwedî li gelê xwe û rêberê xwe dernekeve, dê kengî rabe û serbikeve. Peyama me ji bo welatên berpirsyar ew e ku li gorî prensbên mafê mirovan derkevin û bi erkê xwe rabin.”