Rojnamevan wê îro sewqî edliyeyê bên kirin

Rojnamevan Ferhat Sezgîn, Dîlan Şîmşek û Sema Korkmaz jî di nav de herî kêm 116 kesên ku hatin binçavkirin, wê îro sewqî edliyeyê bên kirin.

Navenda Nûçeyan- Di çalakiyên ji bo Wanê yên ku duh li navçeya Esenyurta Stenbolê hatin lidarxistin de, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Sezgîn, nûçegihana Pirhayê Dîlan Şîmşek û Nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz jî di nav de 86 kes bi derbkirin hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, wê îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bên kirin.

132 kes di binçavan de ne

Di çalakiyên li Esenyurtê de rojnamevan Ferhat Sezgîn û Sema Korkmaz ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û kameraya Ferhat ji aliyê polîsan ve hat şikandin.

Li aliyê din, di protestoyên Wanê yên li navçeyên din ên Stenbolê hatin lidarxistin de jî nêzî 132 kes hatin binçavkirin.