‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’

Bi îmzeyên 203 sazî-platforman û hezar û 300 welatiyan, der barê hewldana xespkirina îradeya gelê Wanê de, danezanek hat parvekirin û wiha hat gotin: “Piştevanî û têkoşîn bi ser ket. Em ê rêwîtiya xwe bi têkoşîna ji bo demokrasiyê berdewam bikin.”

Navenda Nûçeyan- Gelê Wanê li dijî hewldana xesbkirina îradeya gel piştî têkoşîna du rojan mazbataya Abdullah Zeydan ê ku ji DEM Partiyê weke hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin bi biryara YSK’ê teslîmî Abdullah Zeydan kir.

‘Têkoşîna demokrasiyê bi dawî nebûye em ê rêwîtiya xwe berdewam bikin’

Di nav de partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, sendîka û dezgeh bi giştî 203 sazî û platforman û hezar 300 welatiyan li dijî xespkirina îradeya gelê Wanê danezanek îmze kirin.

Di danezana bi sernavê ‘Piştevanî û Têkoşîn bi ser ket’ de ev tişt hat gotin:

“Em îmzeyên ewil ên kesên ku ne tenê li Wanê, hewl dane li her derekî welat xesp bikin hişyar dike, parve dikin. Têkoşîna demokrasiyê bi dawî nebûye, em rêwîtiya xwe didomînin. Ya ku hatiye binpêkirin ne tenê ya Wanê îradeya 85 milyonan e. Piraniya welatiyan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de biryarbûna danîn holê û vê yekê ji bo welatê me şert û mercên hêviyê ava kir.

Di van şert û mercan de tevî ku YSK endamtiyê erê kiriye û biryarekî dadgehê yê teqezbûyîn nîn e, mazbatayê li şûna Abdullah Zeydan ê gelê Wanê bi ferqeke mezin weke hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hilbijartiyê, dane namzedê AKP’î yê ji sê paran yek deng girtiye, xespkirina îradeya gelê Wanê ye. Ev hewldana ku dixwaze îradeya gelê Wanê tune bihesibîne ji derveyî hiqûqê ye. Ya ku tê binpêkirin ne tenê îradeya gelê Wanê ye, îradeya her welatiyek ji vî welatî ye, heq û azadiya wan e, aştî, aramî, hêviya jiyana di ewlehiyê de ya adilane û wekhev e.

Pewira dadgeran ew nîn e ku bibin amûrên bêhiquqiyan, peywira wan ew e maf û azadiya welatiyan  di temînata destûra bingehîn de biparêzin. Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku li hemberî îradeya gelê Wanê ku bi ferqeke mezin bi ser ket; rêzdar be û em bang li kesên alîgirên demokrasiyê dikin ku li hemberî vê bêhiqûqiya eşkere helwest nîşan bidin.”